Ji Xizan Şîlan Kitêbeke nû ya Helbestan!

 

Navê kitêbê HESTÊN PIŞTXÛZ e

Kitêb ji hêla weşanxaneya Apecê ve hate çapkirin.

Danasina kitêbê li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê ye.

Cîh: Kitêbxana Kurdî ( Kurdiska biblioteket)

Gustavslundsvågen 170, Alvik / Stockholm

Dem: 23.11.2024, saet: 14: 00 – 16:00.

Xizan Şîlan, ji Kurdên Anatoliya Navîn e, li gundê Încovê / Cihanbeylî hat Dinyayê.

Gotina ji devê Xizan Şîlan: Niha li bajarê xerîbiyê, li Stockholmê jiyana xwe bi malbata xwe re, li nav salên temenê wêran, kul û keseran û di hesretkêşiyê de berdewam dikim.

Xizan Şîlan îro zêdetir mêla xwe daye ser edebîya Kurdî û helbesta dinîvîse. Xizan Şîlan ji hêla edebîya Kurdan de wek bîreke bêbinî ye.

Xizan Şîlan heta niha şeş berhemên xwe yên edebî derxistin:

1-Xem û xeyal-helbest

2-Acɪlarɪn sokağɪ-hikaye

3-Nameyek ji rinda min re-helbest

4-Pêjnên laşê mirî-helbest

5-Axîna sîngê qelişî –helbest

6- Hestên piştxûz- helbest

Wek PKAN , em helbestvan Xizan Şîlan pîroz dikin û serkeftina wî dixwazin.