Jinên Kurdên Anatoliya Navîn’ê Şare

Bırti, Eşa Mil Xelîl ji gundi Ome li ser Mexmî Ome Milê gotê

Baran barî erd miş mişî

Lawikî can î torbû ling terişî

Lê xelkê gotin çiqesî xagê

Min go lawikî cahîlê di xwe qerişî

Birtî Birtî qûrban Birtî

Birtî Birtî heyran Birtî

Lawik jelda hat û xwe bakir

Dûmanê cixalê lixwe belakir

Xelkê gotin va çiqesî xagê

Min di kelpê xwe de 33 caran maşallah kir

Birtî Birtî qûrban Birtî

Birtî Birtî heyran Bırtî

Azîma Ûsî Boxê ji Kûtiga li ser Qeremanê Hemki Silimî gotê

Lo lawikî eskerê, lo lawikî eskerê

Ma salê siftê bi îzîne were

Î ku bîlmezî min nasnekê

Î bi elbîsî sûbaya bi şîrîtê zerê

Rawa Hemike ji gundê Buldux li ser 3 Lawike xwe li xarbe mirêne gotê

Hesen berxo Gelîbolû dibên loo, cîh û warekî tengê loo

Kurşûna wî kafirî kafiro loo, ê bê dengê loo

Hesen berxê seda rabûm loo, bîna bê te loo

Ve re şînga şînga loo, caniyê şê te loo

Ez a hersê berxên xwe loo, bi xwe re bi heval kim loo

Min alê çiyê kafirê kafirî loo, di dû min te loo

Yê ku Hesen, Pişar, Osê loo, min nasnekê loo

Li seri fesa osmaniya loo, li navê şete ecemê loo

Gule ji gundê Şexika ( Polatli) li ser merike xwe gotê

De qurban dîya te tune, lo ku bê: Anê!

Xweng tune, bê: bıraye min î pewlan kanê?

Xelk bi qurban bê, xwîna xwe rijî lı çîyaye Sindiranê1

Hewar kuştin! Sewa lê Meyra Xanê

Lo qurban tu Hesen nine, tu Besirî

Tirkî Çîto lêxist lo tu kesirî

Wextê tirkê Çîto li şêr-egîtê min xist

Çû xwe li ser şêr egîtê lo min pesinî

 Xwenga Kara Mustafa Men, li ser Qehremanîya birayê xwe û hevale wê Xele Deli Pepe gotê

Horê horê Qerê Mistefa horê

1700 sîyarî Balê re ketiyê xorê

Peya be werê Yaylê Bûmsizê

Wesaniyê xwe heyne li malê Torê

Xalê Betel ê, xalê Betel ê

Kostekê saatê bi ser xwe de berdayê tel bi telê

Qezê Balê bangê ye Haymanê kir

Gotin: lêxin emira Kemel e

Berhevkar û Sazgêr: Seroke Komisyona PKAN Ya Çend û Hûnerê.