Kamber Ateş nasılsın? Abdullah Como Kaya

Kamber Ateş nasılsın?

12ê îlonê 1980’an arteşa Tirkiyê darbe kir û serfermandarê giştî Kenan Ewren û çar fermandarên arteşên hêzên bejayî, hawayî, deryayî û jandarmayê dest danîn ser rêveberiya Tirkiyeyê.

Bi taybetî li seranserê Kurdîstanê, li hemû Tirkiyeyê, zulmeke neditî, ne jî hatî bihîstî hat meşandin. Welat bû cehennem.

Navenda cehennemê li Kurdîstanê Zindana Dîyarbekîrê, li Tirkiyê Zindana Mamakê bû. Zebanîyên cehennemê her cure îşkence û zulma bê sînor, li ser şoreşgeran ceribandin. Lê tahamula şoreşgeran jî bê sînor bû. Bi sabir, bi agir, bi canê xwe li dijî vê zulmê rabûn. Lê ne zulma zaliman, ne jî berxwedana şoreşgeran nedihat bihîstin. Medya hatibû bêdeng kirin. Raya giştî ya navnetewî jî bêdeng bû.

Darbekaran zulm înkar dikirin. Lê ez ne şaş bim, sala 1985’an komek rewşenbîrên biyanî, di nav de nivîskarê mezin Harold Pinter jî hebû, Zîndana Dîyarbekîrê zîyaret kirin.

Ji ber ku “Kurdî zimanê çiya bû”, li zindanê qedexe bû. Lewheyên “TÜRKÇE KONUŞ! ÇOK KONUŞ!” (Bi Tirkî biaxive! Pir biaxive!) “TÜRKÇEDEN BAŞKA DILLE KONUŞMAK KESINLIKLE YASAKTIR” (ji bilî Tirkî, axaftina bi zimanekî din, teqez qedexe ye.) hatibûn darve kirin. Harold Pinter ew lewha û qedexeya Kurdî bi awayekî şênber dît û pir çîrokên dijmirovî bihîst û lîstîka “Zimanê Çiya” nivîsand.

Kamber Ateş ji gundê Derê yê navçeya Sêwasê Îmranliyê ye. Yanî ji Kurdên Qoçgirîyê ye. Rojên darbeyê jî di hepsa Mamakê de ye. Dayika Kamber Ateş, dayaika Îpek, kelîmeyeke bi tenê jî bi Tirkî nedizanî. Ji ber ku Kurdî qedexe bû û dema ku bi kurdî diaxivin gardiyananan li mahkum û li xizmên wan dixistin, dayika Îpek fêrî çend hevokên bi tirkî dikin.

Lê dema ku dikeve kabîna hevdîtnê a ku lê lewheya “TÜRKÇEDEN BAŞKA DILLE KONUŞMAK KESINLIKLE YASAKTIR” (ji bilî Tirkî, axaftina bi zimanekî din, teqez qedexe ye.) darve kiriye, kurê xwe Kamber Ateş dibîne ji bilî yekê hemû hevokên fêrî we kirine ji bîr dike:

“Kamber Ateş nasılsın?”(Kamber Ateş çawa yî?)

Dayika Îpek bi kurê xwe re, bi sê gotinên ku ezber kiriye û bi çavên xwe sohbet dike:

Dayika Îpekê:         Kamber Ateş nasılsın?

Kamber Ateş:          İyiyim ana, sen nasılsın?” (Baş im dayê, tu çawa yî?)

Dayika Îpekê:         Kamber Ateş nasılsın?

Kamber Ateş:          Sıhhatin nasıl, yolculuk nasıl geçti? (Siheta te çawa                                          ye, rêwîtîya te çawa derbas bû?”

Dayika Îpekê:         Kamber Ateş nasılsın?

Kamber Ateş:          İyiyim anacım. Babam, amcam nasıl” (Baş im dayika                                           min. Bavê min, apê min çawa ne?)

Dayika Îpekê:         Kamber Ateş nasılsın?

Kamber Ateş:          Anacım memleket nasıl, tavuklar nasıl? (Dêya min,                              welat çawa ye, mirîşk çawa ne?”)

Dayika Îpekê:         Kamber Ateş nasılsın?

Dayika Îpek, her pirsa kurê xwe bi pirsa “Kamber Ateş nasılsın?” lê vedigerîne û ji dîroka zulmê ew dîyaloga ku li heşên me hat kolandin dimîne.

Kamber Ateş, dema vegeriya qawîşa xwe, ji hevalê xwe Ruşen Sümbüllüoğlu re behsa hevdîtina bi dayika xwe re kir. Ruşen Sümbüllüoğlu çîroka wan bi navê “Kamber Ateş Nasılsın?” nivîsand û şand pêşbirka kurteçirokan a Komeleya Mafên Mirovan a şaxê Amedê. Çîrok bû çîroka yekemîn û wek kîtep jî hat weşandin.

Lîstîka Zimanê Çiya cara yekemîn, sala 1988’an li Londrayê, li Tîyatroya Netewî hat pêşkêş kirin. Nivîskar Harold Pinter, derhêneriya lîstîkê jî kir. Zimanê Çiya sala 1989’an jî li Swêd, li Şanoya Dramatîkê a Qraliyetê tê pêşkêş kirin.

Lîstîka bi Îngîlîzi, nivîskar Mehmet Uzun vergerand Kurdî. Lîstîka bi kurdî li Kurdîstan û Tirkiyê nizanim li kuderê hat pêşkêş kirin. Lê li Enqerê li Tîyatroya Hunerê a Enqereyê (Ankara Sanat Tiyatrosu) hat pêşkêş kirin. Ji hejmara temaşevanan zêdetir polîsan tîyatro dorpêç kiribûn.

Zimanê Çiya 20-25 deqîqe ye. Sahneya herî trajîk sahneya dawî bû. Nobedar ji mahkum re digot “Wey, min ji bîr kir tiştekê ji we ra bibêjim. Îdarê qayide guhertine. Diya te dikare bi zimanê xwe bipeyive. Niha ew dikare.” Mahkum jî ji dayika xwe re digot: “Dayê, ez ji te ra dibejim. Tu têdigihî? Em dikarin bipeyîvin. Tu dikarî, bi min ra bi zimanê me bipeyivî.” (Zimanê Çiya, Harold Pinter, Weşanên Doz, 1991, Îstanbul) Lê ji dayikê deng dernetiket. Çimkî qedexe û tirsa heta wê rojê di dilê dayikê de hatî afirandî, nedihêşt ku dayik bi zimanê xwe bipeyive. Lîstîk bi qêrîna mahkum “dayêê!”,  “Dayêêêê!” û bi bêdengiya dayikê bi dawî dibû.

10’ê sibatê rojnamevan Özer Akdemir ragihand ku Dayika Îpek çûyê rehma Xwedê. Ez li ber wê dayika jiyana xwe bi çîleyan derbasbûyî bejna xwe ditewînim.

Îro, 21’ê sibatê, Roja Zimanê Dayikê a Navnetewî ye. Ew roj di serî de li Dayika Îpek û Kamber Ateşan, li Herold Pinter û nivîskarên wek wî hestewariya xwe ya ji bo zimanên qedexe nîşan dane, li hemû mirovên ji zimanan û zimanê dayikê hez dikin pîroz be!

Li Kurdên Anatoliya Navîn ku 400 sal in li dûrî Kurdîstanê zimanê xwe parastine û hîn jî diparêzin, Roja Zimanê Dayikê a Na