KANIYA JIYANÊ / Xizan Şîlan

KANIYA JIYANÊ

ez

dengvedena şikeftên xewle me

hechecikan di hinavên xwe de

dihewînim

li cih û warên kavilbûyî

hatim dinyaya virek

li bêhtengiya şevên kambax

têm guvaştin

di taya xemên bêxewiya xwe de

diperitim

serê xwe datînim serçoka bîranînan

û kûr kûr diponijim

çîçekên bax û gulîstanan

berfîna quntarên çiyayan

gulgenimên zeviyan

pelên dara zeytûnê

dipişkivînim

û bi keskesorên aso şên dikim

ez

teyrê zinarên serhildêr im

baskên xwe ber bi aramiyê ve

diçirpînim

rêhevalê dostên bargiran im

tûrikê xwe bi êş û janên serfiraziyê

dadigirim

ji pêsîrên kaniya jiyanê

şîrê serhildanê dimijim

gemara rûyên cîhanê

bi agirpêta rondikên ferişteyan

dişom

li kêfxweşiya qedeha meyê

hest û xeyalên kulek

direqisînim

li ber dergehên giyan

bi mirina bêwext re govendê

digerînim

stêrka hingûra êvarên dilteng

di nûraniya rûyê bedewekê de

dibiriqînim

ez

mizgîniya xêra rojên geş im

serbestiya diyarên welatê bindest im

tifinga tolhildanê

ber bi armanca rizgariyê ve

diteqînim

li heyveroniya demsalan

tovên berxwedanê li Efrîna delal

direşînim

bi felsefeya ramanên ronî

naletê li dîroka çaxên genî

dibarînim

 

 

Xizan Șîlan

2018-02-14

Stockholm