KESERÊN LAL / Xizan Şîlan

ez

êşa birînên qalik girtî

bi keservedanên xeniqî

vedibêjim

qêrînên serhildêr

di hinavên min de hatine

veşartin

teşqeleyên demên fesad

bi pêjna dilê perpitî

dişopînim

bi çavên kor dibînim

bi guhên ker dibihîzim

bi pênûsa westiyayî

dinivisînim

û bi zimanê lalûte

şirove dikim

ji ber feryada dayikên Șengalê

parsûya asîman qelişî

can şewitîn

mal wêran bûn

bedenên mesûm

di gola xwînê de gevizîn

hestiyê pişta xeyalên şêrîn

şikestin

stêrkên şevên sayî xeyîdîn

sînorên axa welatê rojê rondik

barandin

ji dara hesretê pel bi pel

temen diweşe

li ser lêvên evîndaran

xunava ramûsanan

cemidî

bêdengî

di bin siya tenêmanê de

dinale

helbest xwîn vedirişe

karxezalan cîhwarên xwe

terikandin

giyan

li nav tirsa hestên xerîb

vediciniqe

dîwarê sebira salên dilgeş

hilweşiya

ji eniya qederê

kul û kederên bêderman

dipalin

ez bûm penaberê çolbeyarên

bi mij û dûman

li berbangan

dengê wîçewîça çûkên şên û şeng

hatin birîn

wateya peyvan

di gewriya ferhengan de

fetisî

qedir û qîmet

li ber toza dêleguran

berba bûn

tîreke bi jan

ket movikên stûyê silavên germ

mirineke bêbext û bêwext

rayên qirika min

diguvişe

Yezdanên dilovan

di hêrsa xwe de serî hildan

ez ê

li rojeke bêhnteng

mîna volkanan biteqim

û çirûskên pêta agir bipijiqînim

Xizan Șîlan

2018-10-22

Stockholm.