Komîsyona Çand û Hûnerê
No: 005
Ji Gelê Me Re!
Stockholm; 20.04.2018
Di civîna meclîsa PKAN ya 13.01.2018 an li Brûkselê pêk hatî de li ser gelek projayan biryar hatin girtin. Yek ji wan jî berhevkirina kilamên me ye.
Kultûra me devkî, di serî de kilam, mîna deryayekî dewlemend û pêşketîbû. Lê heta niha em wekî têyî xwestin xwedî lê derneketin. Ji alî me de nehatin berhevkirin, li ser notan nehatin nivîsandin û wekî orîjînal nehatin parastin. Derya ye me hema hema zûha bû… Gelek dengbejên me ew xwendin, makam û awazên wan xirav kirin û pê xwe meşhûr kirin… Ji alî din de, dengbejên xelkê, wana werdigerînin ser zimanê xwe, dixwînin û dikin malê xwe. Dewletên dagirker xwedî li kilamên me derdikevin û dibêjin kultûra me ye. Mînaka herî berbiçav dewleta tirkê ku nêzikî 4000 kilamên me kirine malê xwe.
Em dixwazin ve çandê biparêzin! Stranên me kevn yek û yek berhev bikin, li ser nota binivîsînin û di demekê nêzik de bikin rêzê CD. Va berpirsiyartîya me hemîyanê! Ji bo berhev kirin û amadekirina kilam û CD an Şoreş Reşî û Dogan Bîçen ji vî karî berpirsiyarin. Lê hemî dengbejên me jî deyndarê vî karî ne. Em dixwazin li destpêkê, ji her gundekî (yan jî aşîretekê) kilamekê di CD bixwînin. Gor pirbûna kilaman em ê CD din jî amadê bikin.
Em bang li însanên xwe dikin ku alîkarîya me bikin. Heger niha di destê we de kilamên hazir hene ji me re bişînin yan jî dema hûn çûn îznê ji mezin û cîranên xwe kom bikin. Heger hûn bikaribin:
- Kilam, gereg bi kurdî (Kurmancî, Kirmanckî û Şêxbizinkî) bê.
- Îmkan hebin, fîlm bê kişandin.
- Îmkan hebin, dengê kesê kilam cara yekêm xwêndî hebe.
- Bi deng, zaravê kilamê hebê.
- Başê ku çend wêneyên kesê kilam xwendî hebin.
- Kijan salê, li kijan gundî û ji alî ke ve hatiyê xwêndin bê nivîsandin.
Berhemên ku li cem me kom bûnî ye berê di CD an de, ji alî hûnermendên herêmî ve bên xwendin. Piştre di pirtûkan de bi notayan bên belav kirin. CD û pirtûka bi navî PKAN ê belav bibin lê navê kesê şandî, kesê gotî û navê gund je li her cîhî bê nivîsandin. Kêda kesî nayê wenda kirin.
Em li bendê ne ku hûn xwedî li çanda xwe derkevin.
Şoreş REŞÎ Dogan Bicen