Bi pêşengiya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewropa (PKAN-E), û bi alikarîya Grûba Sosyalist ya Parlamentoya Ewrûpa , KNK û Enstîtuya kurdî Konferansek hate amede kirin. Roja pênşemiyê 27 nîsana 2017, li avahiya Parlamentoya Ewrûpa li bajarê Brûkseêl, cara pêşî konferansêk bi mijara rastia cîvakî ya Kurdên Anatoliya Navîn hate lidarxistin.
Axaftvanên Konferansê , Endamê Parlamentoya Ewrûpa Ulrike Lunacek û Costas Mavrides. Profesor Kadri Yildirim, Parlementerê HDP bajarê Sêrt ê, Nivîskar û lekolînvan Mehmet Bayrak ,Nivîskar û lekolînvan Şoreş Reşî û berdevkê PKAN-E Ahmet Gezer bûn.
Helbesvan û Nivîskar Ö. Faruk Hatipoğlu , ji ber derengmana balefirê , negihêşte bernameya Konferansê.
Ji bilî wan 150 kes, ji şehsiyet, sîyasetmedar, mêvanê bi qedir û qîmet, rêvebirê û endamên PKAN-E û Kurdên Anatoliya Navîn yên li Ewrûpa dijîn beşdarî Konferansê bûn.
Konferansê bi axaftina hevseroka PKAN-E Dilan Biçer despêkir. Dilan Biçer got emê wek PKAN-E li hemberî asîmîlasyonê li berxwe bidin. Her çiqes asimilasyonê hêleka Kurdên Anatoliya Navîn têkbirî be jî, ji hêla sîyasî ve belavbûn û perçabûn be jî stûnên me yên bingehîn hê jî ma ne . Hevserokê PKAN-E Şevket Bakan jî xêrhatin li beşdarvanan kir û kêfxweşîya lidarxistina Konferanse anî zimên.
Cîhgirê Serokê Parlamentoyê Ewrûpa Ulrike Lunacek ( Gruba keskan ) got, emê her tim piştgiriyê bidin da ku Kurdên Anatoliya Navîn bi lidarxistina vê Konferanse hêzê bidin nasnameya xwe. Wek Avustûrya em piştgirî didin Kurdan û hêzen demokratîk yên li Tirkîye. Lunacek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, him grûba me û him jî grûbên din piştgiriyê û didin ku hilbijêrên Kurdan û rojnamevan bên serbest berdan.Lunacek, silavên hevala xwe Berivan Aslan jî, ji Kurdên Anatoliya Navîn re anîne.
Endamê gruba Sosyaldemokrat ya Parlamentoya Ewrûpa Costas Mavrides got her çiqas Erdogan li ser hûkûm bime jî , ewqes Gelên li Tirkî jê zerarê dibinin. Li hemberî Kurdan qirkirineka bêdeng hatiye destpêkirin , em li hemberî ve bêdeng namînin û emê piştgiriyê bidin Kurdan.
Profesor Kadri Yildirim jî axaftineka têr û tijî li ser Kurdên Anatoliya Navîn kir.
Profesor Kadrî Yildirim, ball kişand ser asîmîlasyonê û got, li sala 1927 an de, di serjimarî (nufüs sayımı ) de ji Gelên li Tirkîye pirsiyariya zimanê zikmakî hatiye pirsîn. Li Anatoliya Navîn 120 hezar kesî diyar kirine ku zimane wan ê dayike Kurdî ye û numûneke bi belge û balkeş şîrove kir.
Lekolînvan û nivîskar Şoreş Reşî, di axaftina xwe de got Kurd li ser pêya ne û li berxwe didin. Erdogan dibêje asimilasyon sûcekê mirovatîye, sûcê herî mezin Erdogan bi xwe dike.
Lekolînvan û nîvîskar Mehmet Bayrak got, di Konferansen bi vê awayê de lazime her alî bên temsîl kirin. Bayrak, kar û xebatê Kovara Birnebûne wek nûmune nîşan dan.
Berdevkê PKAN-E Ahmet Gezer anî ziman ku Kurdên Anatoliya Navîn rojeka dîrokî li Parlamentoya Ewrûpa Brukselê dijîn. Gezer wiha berdewam kir, armanca PKAN-E ya sereke ew e ku dixwaze Kurdên Anatoliya Navîn bi rexistin bike. Kurdên Anatoliya Navîn bi tûnebûne re rû bi rû ma ne, wek PKAN-E gor hêza xwe li hemberî tûnebûne emê rawestin.
Serokê Komisyona Malî û Rêvebire PKAN-E Muzaffer Küçükyildiz axaftina dawî kir, bi navê PKAN-E , spasîyên xwe ji her kesê ku bûye alîkar re anî ziman. Her wiha spasiyên xwe ji axaftnan û ji beşdarvana re pêşkeş kir. Muzaffer Küçükyildiz got, bi hêvîya ku em Konferansa dûyemîn de hevdu bibînin axaftina xwe bi dawî anî.
Li ser navê PKAN-E
|