Kongra PKAN Li Kopenhag/ Danîmarka!

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN, roja şemê, di 20 mijdarê 2021 an de li bajarê Kopenhag’ê, di salona Brohuset de kongra xwe ya çaremîn pêkanî.

Kongre, ji alî hevserokê PKAN’ê a Danîmarka Necati Gezen ve hate vekirin.

Ji bo şehîden demokrasîye rêz hate girtin. Hevserokê PKAN’ê Necati Gezen piştî bixêr hatin li mêvanan kir, behsa giringîyê damezrandina PKAN, hewcedarîya birêxistinbûyîna kurdên Anatoliya Navînê li diasporê û asîmîlasyona ku li ser kurdên Anatoliya Navîn tê meşandin şîrove kir. Necatî Gezen bi kurtasî demazrandina PKAN’ê şîrove kir û got mala we ava be û ku em îro 4 emîn Kongra PKAN’ê lidardixin.

Ji bo dîvane: Dr. Zeynep Binici, Alifuat Gursel, Yusuf Ozden û ji bo rojêv girtinê jî Allan Koyuncu hatin hilbijartin.

Seroke dîvane Alifuat Gursel spasîya xwe ji bo endaman kir ku wan bawêrîya bi wan anîne û piştre derbasî rojevê bû.

Mêvanên Kongre:

Nursel Aydogan:Parlamentera HDP berê, Kongre ji bo me xwe nûwa kirine , AKP dixwaze rûmetên ku me bi dest xistî , ji hole rake û ew tasfîye kirin heftê sala berdewam dike. Ev Kongre, bibe bersiva rûxandine.   

Nursel Aydogan: Devlet’ê li hemberî nasnamê kurdan zêde erîşkar e, lê qet tê encama nagrin , piştî Kobanî azadbû, AKP dest bi rûxandina HDP kirin û ji ber vê 16.000 hezar endamên HDP girtîne.

Li Rojava , bi herhalê xweserîyeka ava bibe û ew ê li ser rîya serkeftine ne.   

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksungur, di demekê dîrokî de PKAN Kongre xwe lidardixe. Pensêd hezar nifûsa Kurdên Anatoliya Navîn li devletê Scandinavya dijîn. Kurdên Anadolê cara sifte hatine Anadolê , ji wir jî hatina Ewrûpa , ji ber vê giranî bidin ser birêxistinbûne. PKAN’ê bi belgefîlm, ji nifşên peşeroje re mîraseka dîrokê bihêle. Kurdên Anatoliya Navîn, çawa pensêd hezar salên çand û hûnerê xwe parastine û bi wê rihê bixebitin û kar bikin û Kongre we rêveberiya nû pîroz dikim.

Haci Çevik Akademîsyen: Nivîskare kitêbê ”Ma li Konya yê Kurd hena” ( Konya’da Kürt mü var)? Min li nav Anadolê, li Ewrûpa Kurdên Anatoliya Navîn çawa siyasîbûyîn lêkolîn kir. Min dit ku Kurdên Anadolê li Ewrûpa dijîn di vê qonaxê de rolekî mezin leyistin. Ez li ser Kurdên Anatoliya Navîn rapirsîke (anket) çêdikim, armanca min, encamê vê anketê di kovareka ilmî de biweşînim. PKAN, divê piştgiriya xebatên bi vê avayê ên çandî bi ilmî kirin bide û ji we re serkeftine dixwazim.

Peyam: Kadir Çelik Hevserokê PKAN’ê berê. Serkan Kose Parlamenterê Sosyaldemokrat / Sverige.H. Mehmet Bozdag: Endamê HDP berê ,di girtihegê Karaman / Konya hate   xwendin.

Encûmena bajarê Ishoj Şengûl Akbel Deniz û Encûmene bajarê Herlev Ibrahim Benli, axaftin kirin û giringîya birêxistinbûyîne anîn zimen.

Halil Kûçûkyildiz, dibê hedef ciwan bin , ewan dibên em Kurdin, lê bi kurdî neaxivin.  . 

Beşdarvanan ji bo daxwazen PKAN’ê eleqayek mezin nîşan dan, nêrin û rexnê xwe anîn ziman.

Hevseroke PKAN ê ye nu:  Meliha Dogan û Ahmet Gezer hatin hilbijartin.

Di Kongre de 12 endam hatin hilbijartin

Meclisa PKAN:  ji 21 kesan pêktê.

Ji amedekarîyê belgefîlm sînevîzyoneka kurt hate nîşandan.