KÛÇIKÊ REŞ!
Hebû û tunebû, pîrek û keçika wê hebûn.
Keçikê pir teşqeletî dikirîyê , pîrê ji ber wê pir bêzar bû yê .
Pîre wê sond xwar û got: ”Ev car kûçikek reş jî were, ezê te bi wî re bişînim”
Rojekê ciranek hat malê , ji pîrê re got: Te gotibû , rojekê ku kûçikek reş jî were nav gund , ez ê keça xwe pê re bişînim.
Pîr dibêje arê , min sond xwar. Ciran dibêje, de were kuçikekî reşî hatiye nav gund.
Pîr keçika xwe bi stûyê kuçik ve bi ben giredide, kûçik û keçik bi hevre ji gund derdikevin.
Pir diçin û hindik diçin, kûçik û keçik li çolekê di sekinin. Kûçik çermê xwe jê dike , je xortekî pir kibarê bi şûret derdikeve û xort dibêje navî min çêmûçêmen e.
Ez jî wek herkesî însan im , lê min xwe kire tonî 1kûçik. Ez dixwazim bi te re bizewcim.
Kurik got ,dayika min dixwaze min bi keçika xaltîka min re bizewcîne, sibê û dusibê jî daweta min heye.
Lê tû xwe eşkere nekî, herduk jî didin dûw hev û terin mal. Dayika lêwik , li ber malê bi destar 2 sawar (bulgur) dihêre.
Dayik radibe û tê berahinga wan û dibêjê ev kî yê ? Lawik bi diya xwe re dibêje , min ev keçik ji xwe re li çole dît û bi xwe re anî mal.
Lê balê, kur û keç ,her tim bi dizî hevdê dibînin û wek jin û mêr dijîn.
Dayika lêwik bi keçikê re dibêje, îşev şênahiyê kurê min e, ezê ku li ser her deh pêçîyê te muma vexime, ji ber ku ronahî bibe.
Dayika lawik bi keçikê re dibêje , tû ode giştikê pak bikî û bi hêstirê çave xwe jî bişoyê
Keçik odê pak dike, dixwaze bi hêstirên çavê xwe av bike lê hêsirek li vir dikeve şil dibe û yek jî li dera han dikeve û hişk dibe.
Keçîk neçar dime û rûtine digrî . Kurik tê xale keçikê dibîne û dibêje ez ê te bişînim şûnekê tê herî vira.
Te herê cihêk, li vir benda ave heyê, hêlek avê mîna kêrr û xwin e di herike, tû destê xwe têdakî û je vewxvû.Tû bêjî hooho ,çî şirîne mîna dimsî tiri yê.
Tû ji vir herê, ji kevî ave vewxvû û bejê hooho , çî şirîne mîna hingûvê zer e.
Tû qapaxê ave bi destê xwe vekî û derbasî hêla din bibî.
Sirrîyek were pêş te, te bi lingên xwe pê de biçî û tû bejê hooho, çawa nerm wek pambû ye. Ê wê bibêje, pambo di bin lingê te de.
Tû ji wir jî herî , li pêş te hespek û şêrek girêdayî yê . Heft rojên hestî dan berê hespê û heft rojên jî gîha dane berê şêr.
Tû gîhayê danê berê hespê û hestîya jî daynê berê şêr.
Tû qet dengê xwe nakî.
Tû ji wir jî biçî û bibînî ku goşkarek meresa3 (pêlavan) didirû . Goşkar4 bi tiliya xwe çerm qul dike, riha xwe jê dike û bi riyê xwe jî meresa didirû ye.
Tû vê gilokê nexê û bi vê şûjinê ve li ber goşkar danê .
Tû biçî , te bibînî ku meriyek kilama dibêje û heft salin bê tembûr kilama dibêje. Tû vê tambûrê bidî wî lê tû qet dengê xwe nakî û tû herê.
Tû ji wir jî herê, du nivîn tên pêşiya te, yek li jore û yek li jêre. Tû herê, wan nêvînan , ê jor daxinê jêr û ê jêr jî heldinî jor.
Tirbek di pişt nivînan de ye, textê li ser tirbe rake û bireve. çiqes bang jî bikin pişt xwe mêze neke.
Keçik wekî ku kurik dibêje , yek bi yek dike. Cihên nivînan diguhere, textî li ser tirbe radike û direve.
Merikek jî tirbe radibe dide dû keçike, mêrik bangî orxan û doşegê dike û dibêje keçikê bigrin. Ewan dibêjin na, em ê çima bigrin ,heft sal in em li vê cihî ne, we şûna me guhert?
Merik bangî goşkar dike û dibêje keçkê bigre bernede. Goşkar dibêje na, heft salin ez bi tiliye xwe çerm qul dikim , bi destê xwe riha xwe dirûçkînim û bi wî meresan didirûm. Te rojekê şûjin û ben ji min re anî ?
Merik dibeze û digihêje ba hespê, bi hespê re dibêje keçike bigre. Hesp dibêje na , çima ez ê wê bigrim?
Heft rojên hestî li ber min in, ma te qet giya li ber min danî?
Tê ber şêr, dibêje keçikê bigre. Şêr dibêje na, çima , heft rojên giya li ber mine ma te qet hestî li ber min danîn?
Merik tê ber sirri, bi sirri re dibêje keçikê bigre, sirri dibêje na, ev heft sal in ez li vir kesk dikim. Hûn rojekê li ser min rûniştin?
Merik bi benda ave re dibêje ,keçikê bernede. Benda avê dibêje na ez ê berdim ma xêre?
Heft salin ez li vir im, ma we rojekê destê xwe avêt avê , we qet got hooho, çi şîrinê mîna dims e?
Keçik dimeşe û xwe digîhîne mala lawik.
Dayik ji lawê xwe re dibêje haho haho tu xêrê ji xwe nebinî.
Êvar dibe, bûke derdixin û tênin mal. Dayik ji keçike re dibêje , em ê îşev li ser her deh tilîyên te muma vexin , ji bona ku ronahî ji bo buk û zava bibe.
Buk û zava dikevin hûndir, lawik vedigere tê mumên destê keçikê vedimêrîne û buke jî dikuje.
Vê male, hespek û cehnîyêk 5 xwe hebûye. Lawik û keçik li cehnî yê siwar dibên lê bi xwe re dewlekî avê, çend kêran û tûrikek xwê jî bi xwe re dibên.
Diya lawik serê sibe radibe, li derê dixe û kes deng li venagerine. Dayik dikeve hûndîr , dibîne ku bûk hatiyê kuştin . Lawik û keçik bi cehnîyê male revîyane. Dayik li hespê siwar dibe, li pey şopa kurê xwe û keçike diçe.
Gavekê bi şûnda ,keçik li paş xwe mêzedike, dibêje çêmçême, dayika te gehişt me? Lawik dibêje , xwê çengêke (bavêje).
Keç xwê diavêje dayika lawik.
Keçik carek din paş xwe mêzdike , dibê çêmçême dayika te gehişte me? Lawik dibêje, kêran bavêje.
Keçik kêran diavêje
Pîrikê, lingen xwe giştik xwin diben , dikeve nav xwê û pîrik pir perîşan dimîne.
Keçik dibêje, dayika te gehişt me? Lawêk dibêje, dewle6 ave bavêje, keçik dewle diavêje û av ji nişkeva dibe dengiz (derya).
Dayika Lawik, di nav dengiz de bi hespê ve dimînên, dilê xwe diteqe û dimre.
Hesp bangî cehnîyê xwe dike, dibêje were, ku te nehatî ez şîrê xwe û berê xwe li te xelal nakim. Tû çima nasekinî da ku ez bigehêjim we?
Cehnî li vedigerîne û dibêje, dayê te pêşta xwe danîyê pîrê pirûpirêk. Min pişta xwe danîyê du kevokên ciwan , yek kurike û yek keçike û ma ez bisekinim û tû wana bigrî?
Hesp , pîrê davêje nava dengiz û xwe ji nav ave xilas dike.
Keçik û Lawik digehêjin mirazê xwe û rehma li dê û bavê we xwendevan û gûhdaran be.
Çêrok , ji devî Makbule Ahmed Haji ji Kobanî yê wergirt.
- 1 Tonî: dişibe kûçik. xwe kirîyê tonî kûçik.
- 2 Destar:Du kevirên qiloten , bi destan pê genim tê gerrandin ku bibe ard.
- 3 Meras , Kurdên Anatoliya Navîn bi giştî meras bi kar tînin. Qûndere jî bi kar tînin. Di kurdîya merkezi de Pêlav e
- 4 Goşkar: kese ku tamîrkerê meresa / pelavan dikin.
- 5 dewl: Bi dewle (Qabê) ku ave, ji bîre av tê kişandin
Ahmet Gezer. 22 oktober 2024.