LI 8 ŞAREDAYÊN DIN ÊN HDPÊ QEYYÛM HATIN TAYÎN KIRIN

Hikûmeta AKP û MHPê li heşt şaredariyên HDPê, Êlih (Batman), Farqîn ( Sîlvan) Lîcê û Erxanî ( Ergani), Eğil, Norşên (Güroymak), Halfelî û Gokçebaxê qeyyûm tayîn kirin.

HDPê, ew bajar û bajarok bi awakî demokratIk û bi îradeya gel, bi rêjeyeke bilind wek 65% (rêjeyan) bi dest xistîbû.

Sîyaseta dewletê ya red, înkar û îmhayê dewam dike. Bi sîyaseta qeyûman, dewletê sîyaseta xwe ya “kurdan wek hemwelatî (vatandaş) nabîne” îlan kir. Kurt û kurmancî dewlet dibêje “hûn nikarin xwe îdare bikin, ez ê we îdare bikim!”

Li aliyê din, dewlet dixwaze hevîya kurdan a ji sîyaseta legal, bişkene. Lê HDP kevneşopîyeke 40 salî ye û gelê kurd jî dizane çi bike: Di hilbijartineke din de careke din qeyûman bişina cihên jê hatî.

Wek PKAN, em kiryarê Hikûmeta AKP û MHP protesto dikin û bang dikin ku dest ji van politikayên kirêj berdin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN