LI DANÎMARKA HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN
Kurdên Anatoliya Navîn ku li welatê danîmaka dijîn , di nav refên reveberiya Şaredariyên Danîmarka de cîhê xwe digrin.
Di 21 mijdarê de, li Danîmarka hilbijartinên Şaredariyan lidardikevin.
Di sîstema Danîmarka de 5 herêmên mezin û 98 jî Şaredarî hene. Di pêngava hilbijartinê de ji wan sazîyan re 2432 endamên meclîsên rêvebir tên hilbijartin.
Kurdên Anatoliya Navîn, ku ev 40 sal in li welatê Danîmarka dijîn, hejmareke civakeke hejmarzêde û her wiha him di rêveberiyên Şaredariyan de, him jî di nav sîyaseta gîştî de cîhê xwe digrin.
Li Danîmarka nêzikî 30 kesên ku ji Kurdên Anatoliya Navîn in, beşdarî hilbijartinên Şaredarîyên Danîmarka dibin, tê payîn ku ji wan 30 berendaman 5 – 10 kes di hilbijartinan de bi serkevin û li şaredariyên cûrbecûr ji bo rêveberiyan bên hilbijartin.
Navê kesên ku di hilbijartinan de weke berendam cîh girtine ev in:
Sengül Akbal Deniz, Necla Baran’ Gül Özcan, Halime Oguz, Edibe Baran.
İbrahim Benli , Feti Baran, Serdal Benli, Omer Koç , Mehmet Akbina ,Halil Kara
İbrahim Altuncular, Nedim Kiran, Sami Deniz , Erkan Yapici ,Mahmut Erdem
Erdal Colak, Ali Capkan,Bayram Kart, Kadir Okutan, Muammer Başoda
Firat Sari ( regionsrådsvalget / København bölgesi ), Mehmet Zeki Dogru
Battal Küçükavcı, Erkan Kılıç, Mehmet Küçükakın, Doğan Polat
Özkan Koçak, Cafer Yıldıran.
Wek PKAN (Platforma Kurdên Anatoliya Navîn) em bang li Kurdên ku li Danîmarka dijîn dikin, di hilbijartinê roja 21 mijdarê 2017 de dengên /reyên xwe bi kar bînin da ku îrade wan di nav siyaseta Danîmarka de jî bê temsîl kirin.