LI RASTIYÊ DIGERIM / Xizan Şîlan

Ez li nav nivîna bêxewiya çilmisî, ketibûm pey şopa rastiyekê.

Min bi dûvikê stêrka nîvê şevê re girtibû û li gerdûna bêdawî hawirdor digerîm.

Ji çirûskên rojê

Ji guregura telpên ewrên xof

Ji teqûreqa birûskvedanê

Ji siya planetan

Ji reşika çavên gerstêrkan

Ji heyva nîvbiriqî

Ji bayê xerbî

Ji toz û dûmanê serdeman

Ji kuliyên berfa spî 

û ji peşkên barana bi dijwarî dibarî dipirsîm.

Tiştê nehatibû zanîn, nehatibû kifşkirin û rastiya veşartî di mêjiyê bêxewiya min de diçeliqî. Li valahiya bêdawî pêrgî gelek tesadufan dihatim. Ji aliyê gelek tesadufan ve hatibûm dorpêçkirin.

Galaksiyan di navbera hevdu de şerê man û nemanê dimeşandin.

Gerstêrkan li dor çirûskên rojê govenda şahiyê digerandin.

Rojê, bi tîna dilê xwe yê germ ez hembêz dikirim. Bi tîrêjên şewqa xwe rêya reştarî li ber min ronî dikir. Finda hêviyên vemirî di awirên min de diçirisand. Dîwarê bêdengî û bêbaweriyê diqelişand, xeyalên jankêş ji ser min direvand. Min li valahiya bêdawî ji yek baweriya afirînerê dest jê kişand û rengê piraniya afirîneran di tabloya giyanê xwe de neqişand. Gelek tesaduf xwediyê valahiya bêdawî bûn. 

Gelek afirîner xwediyê gerdûna nependî bûn.

Ez di bêçareya xwe de ji nav xeyalên kûr û dûr filitîm û bi ramanên tevlihev, bi mêjiyê westiyayî ker û lal ketibûm xewa xefletê.

Xizan Șîlan

2020-09-29

Stockholm