Murat Bozlak û Bîranîn / Ahmed Gezer

Murat Bozlak û Bîranîn

4ê çilê pêşî 2021 an roja selvegera mirina Murat Bozlak e.

Kesekî wek Murat Bozlak, ji bo maf û mafdarîyê kurdan û kurdên Anatoliya Navîn jîyana xwe feda kirîyê . Ji ber vê, em çiqes bibîr bînin jî têre nake.     

Di vê çaxe de, hin PKAN nehatibû damezrandin , lê komek bi navî amedekarîyê hebu .

Evara 4ê çilê pêşî 2015 an de xeber hat ku Murat Bozlak wefat kirîye

Qeflê / Grûba me , vê êvare qerar girtin ku ez bi navî rêxistina kurdên Anadolê Navîn tevlî merasîmê cenaze bibim, serê sibe rabum bi rê ketim û bi şev gehêştim Enqere.

Wek Rêveberî PKAN’ê , me bîryar girt ku em bîranîne xwe li ser Murat Bozlak binîvsînin.

Sal nayê bîra min, texmîn dikim sala duhezara bû (2000),  cara sifte Murat Bozlak min li Qulekê (Kulu) li muayenê doxtor Mem Xelikan dîtîbû.

Li muayenê, 4 kes hebûn û mewzû li ser kurdên Anadolê Navîn bû.

Em kînê, ji ku dere hatin, çima hatin? Hejmara me çiqese? Di destê me de belgename û delîlek tûne ye…

Murat Bozlak wiha got:“Ji lêkolînvan û dîroknasan komîsyonekê biçûk were çêkirin. Ew komîsyona jî 20-30 kesan perwerde bike, li nav kurdên Anadolê bi gund gund bi navçe û bajar bigerin da ku hewzakê-zanîne berhev bikin. Ji dûwa jî, ew komîsyon ji wê hewzê-zanîne belgenamê kurdên Anadolê Navîn çêbikin.”

Di salên duhezarî de , kurdên Anadolê Navîn him lê dipirsîn û him jî xebatên xwe bi rêxistinbûnê dikirin.

Ew xebat û birêxistinbûn, di sala 2015 an de encam da.

Di 10 cotmehê 2015 an de, li bajarê Göteborg / Swêdê Platforma Kurdên Anatoia Navîn-PKAN hate damezrandin. 

Di 26 kanûnê 2015 an de, Komelaya Çand û Piştvanî, pîştgirî û Civakî ya Kurdên Anatoliya Navîn (Komkurd-AN) li Enqere hate damezrandin. Mixabin KOMKURD-AN, ji hela hikumeta AKP-MHP ve, di sala 2016 de hate girtin.

Di mêrasîma vekirina KOMKURD-AN de, xanima Murat Bozlak, Sercan Bozlak wiha digot:

“Van hewildanên ji bo kurdên Anatoliya Navîn ku tên kirin, daxwazên Murat Bozlak bûn.”

Murat Bozlak lokekê kurdan bû, mixabin menzîla xwe ne yê dirêj bû.

Birêz Murat Bozlak, kurdên Anatoliya Navîn ê wesîyet, daxwaz û xeyalên ku we kirî  û rêya ku we vekirî de xebatên xwe û rêxistinbûna xwe berdewam dikin.

Di tirbê xwe de rehet ramede!

Ahmed Gezer. 04-01-2021