NEWROZ PÎROZ BE!

Kurdistaniyên bi rûmet û Kurdên Anatoliya Navîn yên hêja.

(PKAN) Platforma Kurdên Anatoliya Navîn, Newroza we ji dil û can û bi germahiya agirê Newrozê pîroz dike.

Wek em hemî dizanin Newroz, sembola li hember zaliman serhildanê ye. Newroz bi hezaran sal in pêngava li hember tarîtiyê rabûnê ye.

Ji destpêka dîrokê heya bi îro gelê Kurd tu carî zilm û zordarî qebul nakirî ye. Ji Kawayê hesinkar hetanî Mazlum Doganê hemdem, her gav li hemberî dagirkeran bi hemî şert û derfetan bi qehremanî tekoşîn daye.

Gelê Kurd, dîsa di çembera felekê re derbas dibe, dibin qurbanên berjewandiyên navdewletî. Duh, Helepce, Kobanî, Şengal, Kerkûk û îro jî Efrîn. Wek PKAN, em dagirkerî, qirkirin, qetlîam û talankirina çeteyên paşverû û planên dewleta Tirk li Efrînê şermezar dikin.

Newroz rojeke nû ye, xwe nûkirina jîyana xwezayî û destpêka bihare ye. Wek PKAN, hêvî û daxwaza me ewe ku Newroz bibe destpêk û pêvajoya aşitî, wekhewî û jiyaneke bî rûmet.

 

PKAN

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn