NEWROZA WE PÎROZ BE!

Kurdistanî û Kurdên Anatoliya Navîn ên hêja!

Dibe ku gelê Kurd îsal ji ber feleketa vîrusa koronayê Newrozê bi girseyî pîroz neke. Em bawer in ku Gelê Kurd, li gor derfetên xwe, li her cihên ku lê dijîn û di bin her şert û mercan de, cejnê xwe ya netewî, Newrozê, bi coşeka mezin ê pêşwazî bikin.

Wek em hemû dizanin Newroz li hember zaliman sembola serhildanê ye.

Newroz bi hezaran sal in sembola rabûnê a li hemberî tarîtiyê ye.

Gelê Kurd ji serdema Kawayê hesinkar heta Kawayê hemdem Mazlum Doĝan, her gav li hemberî dagirkeran bi hemû derfetên xwe bi qehremanî tekoşîn kiriye.

Newroz rojeke nû ye, xwe nûkirina xweza ye û destpêka biharê ye.

Em wek PKAN, hêvî dikin ku Newroz bibe destpêka pêvajoya wekhevî, aşitî jiyaneke bi rûmet.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN, Newroza we ji dil û can û bi germahiya agirê Newrozê pîroz dike.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn, PKAN