Xewo Perekî Bide / Ahmed Gezer

Vîrusê Koronaye bêtareke!…Dinya di ser û bin hevre kir, tekîlîya fizîkî di navbera mirovan de qut kir û jîyana rojane hema û hema sekinî.

Li hemberî vê, dewlet giştik tedbîrên madî û manevî digrin da ku gelê xwe perîşan nebe. Di serî de dewletên dewlemend û yên çar gava li pêşiya yê din û ên ku giringî didin ilm, zanyarî û mirovan. Wekî ku Almanya,ji zanîna metodîk re,ji fona vekolînerî tenduristîye re160 mîlyon euro veqetandîye.Li dewletên din e Ewrûpa ye ku ji ber vîrusê koronayê jîyan lê rawestîye, paketên alîkarîyê di dû hev îlan dikin û tedbîrên pêvîst digrin. Kurd û Kurmancî, dewletên dinyaye tedbîran heytînin û nahêlin ku kes mexdûr bimîne an ve belê bi xesereteka hindik derbas bikin.

Dewleta tirk, mêzekir ku xelkê je alîkariyê bixwaze, pêşî li wan girt û got:“Aha ji we re numera IBAN û pera dêxin hesabên bankan. Li Tirkiye jî kampanyayek hevgirtina neteweyî hate destpêkirin û hesabên bankan hatin vekirin û IBAN numareya wan dan îlan kirin ku xelk alîkarî bikin.

Li ser vê yekê, hekata Xewe û Qasim hate bîra min:

XEWO PEREKÎ BIDE!

Xew û Qasim cirane hevin, di navberê herdû malan re çemekî bi çûk derbas dibe.

Xewê  çaxe 55- 60 salîye Qasim jî 8–10 salîye. Bave Qesim Tate Hesenê Mille yî li Almanyaye. Qasimê jidu keçikanbi şûnda hatî dûnê delal e.Ew î bi pera û bi çûyîn û hatina dukanê re egle dibe.

Qasim, bi avayekî huligê Xewê dibe û je perekî dixwaze. Dibêje Xewê perekî bide min û Xew jî perê dide Qesim. Ji vê roje bi şunda,Qasim bendê Xewê bernade.Serê sibehê li ber male disekine ku Xew derê derva bikevê û perekî bide wî.Her care Xew jî pera derdixe û dide Qasîm.Qasim, qet navberê nakê her roj tera ber malê Xewê.Xwe dide bendê ku Xew derkevê û perekî bide wî.

Heftek derbas dibe, deh roj derbas dibin Qasim qet xwe şaş nake her roj tê ber malê Xewê je pera dixwaze û Xew jî pera didê. Xew, difikire ku çawa Qasim bide sekinandin.

Qasim xwe dîsa dide ber male li bendê Xewê disekine. Xew, wek her carê dera ber male dikeve û dibêne ku Qasimê li ber maleyê.

Roja dawî, Xew dibêje: Qasim pereyekî bide.Qasim ê qet ne li bendê bu ku Xew pera je bixwaze, şaş dibe ku çi bike,demêke bêdeng dimîne û paşê kor û poşman vedigere mala xwe.

Li Tirkiyê jî, herkes li bendê bû ku hikumeta alîkariya hem welatîyên xwe bike. Lê, hikumetê jî wek bûyera Qasim, ji xelkê re got perekî bide min!

Ahmed Gezer.

Dem: 03.04.2020