Oda Malê Miçkê Weqes / Ahmed Gezer

 

Yek jî çand û kultura kurda yê herî kevnar ku heta roja îro li gunde Altilerê berdewam dike.

Ode, li nav kurdên Anatoliyê Navîn xizmetekî civakî bû û oda malê Miçkê Weqes jî heta roja îro xizmetê xwe berdewam dikin.Kesên ku vî karî civakî dikin, xwêdî yê odê ji mêvan û mêvandaran hezdikin û kesên xwêdî gêredayê dîn û dîyanete xwe ne.

Ji berê de, li Altilerê ode malê Awê Dezê hebû yê, wê ode jî xizmetekî wek vê ode dida yê.Mezinên gund digotin, odê malê Awê Dazê, li dorê sala 1960 an hatîye girtîn. Ji malê Awê Dezê ,Hecî Yusuf efendi mirovekî alîm bûye. Hecî Yusuf efendi 28 caran çuyê Hec, li mêzgefta Sultan Ahmede (Sultan Ahmet Camisi) helkêştîyê xutbe û waaz dayê.

Xwêdane odê, fêdekarîyêke pir mezin dikirin, hewcedarîyê mêvanan herî pê lazim bi cîh tanîn. Dema ku li profîlên xwêdîyê odan mêzedikin kesên bi kare xwe re mijul, dîn û dîyanetê xwe dizanîne.

Ode li cem kurdan cîh û ware çand û civakî bûn, di odan de pirsgirêkên xwe yên civakî nîqaş û çareser dikirin. Kesên rûspî û ûmêr mezin behsa serpêhatî û jîyana xwe dikirin, yên din jî guhdar dikirin û je tecrûbe digirtin. Ode, cîh û ware çand û civakî bûn, li rabun, rûniştin, ûrf û tore dihatin hû kirin. Di alîkî de jî wek mala çandî dihate bikar anîn, di odan de çîrok, hekat, destanên cengan û qehremanî dihatin gotin. Xêr jî van, car carna jî dengbêj dihatin odan stran û kilam distiran.Dîsa,cihê navendîyên dengûbasan jî bûn, danûsandin dihatin kirin û bûyerên ku qewimî, di odan de dihatin şîrove dikirin. Ji pirsgirêkên civakî re jî li çareserîyê digerin, wek şerên di navbera malbatan de, neheqîye ku diqewîmin û keçik rewandin bi awakî dihatin sûlh dikirin. Di odan de pirsgêrek û bûyere ku diqevimîn, bi endamê ode ye bi sal mezin, rûspî û ye bi qedrbilind li çareserî digêrin.

Ev bûyer giştik, bi zimane Kurdî xweş û zelal dihatin şîrove kirin. Bi vê awayî xezna peyvê zimen pê hû dikirin û yên ku guhdar dikirin jî ji fêde digirtin.

Sohbeta ku min bi xwedîye odê,apê Êhsanê Miçke Weqes (Kaymak) re kiribû, xwest bi were perva bikim.

Ode kînge webu?

Rehmetîye bavê min (Miçke Weqes) ji bavê xwe sêwî mayê.Li gunde Qerehemzelîyê (Karahamzali) dawistîye (kar dikirîye) wek şivan û rençber, tenê dexwazeke xwe hebuye ku odeyekê weke, li sala 1920 an zewicîye, di vê sale de jî odê wekirîye.Ji vê roje pê de oda tim vekirîye.

Bavê te, mîr, beg, axe û dewlemand bu ku xwest xizmetekê weng bike?

Apê Êhsan: Ne xêr, bavê min yek ji wan jî nebu, lê bavê min mirovekê qarok bû, dilnerm bû, bi dinî xwe re gêredayî bû.

 

 

Kî dihatin oda we?

Berê herkes dihate odê.Rîyê E-5 berê di gundeme re derbas dibû, ji ber ku serê rê bû, yên ku dihatin û diçûn pir bûn;bûrokrat, memur, zengîn, gezinçî, qerectî, parsek, dengbêj, aşêq û yên ku li rê diman dihatin. Lê îro tenê xêzan,gezînçî, qerectî, parsek û yen ku di rêyan de dimînên tên.

Te got kî dihat, ji bo ve bîranînek min heyê ez wê bêm:Berê va gundî meyî girêdayî Haymanê bû.Mandere (gundê Agilbaşi) hidûdê bajarê Qonya bû. Vê dere, bûrokratek, anjî ser leşkarek (subay) bi xanima xwe ve li rê mane, heynan anîn wira.Berê, êzîng û komêra rêş tûne bu, dêrî gom û axûra di hûndire odê de vedikirin,da ku ode germ bibe. Merik û jina xwe, bi şev û nivî şevê hatine, cereyan tûne, tarîye û tiştek xûya nake.Ciyê ji wan re kirine û raketine. Jinêka mêrik serî sêbe zû radibe, çi bibîne? Derî ode bi gome ve bi ser hev dene. Jinêk bangê mêrik dike, dibê mêrik, mêrik rabe, rabe, emê di nav tereke ( Hayvanlar) de raketinî! Mêrik li dor alîyê xwe mêzedike û vedêgere hanima xwe, dibê nîvine paqijin, du doşek jî rexistine, germ e di nav tereke de raketênî tişt nabe.

Li ba kurden, di odeyan de,şevberk çêdikirin,dengbêj dihatin, karên weng dewûn?

Apê Êhsan: Car carna mêvanên ode kilam digotin, der û cirana jî gûhdar dikirin, zêdetirên kû jî alî Meletî dihatî gûhdar dikirin, ji berkî bi Kurmancî digotin. Careki jî, gewende hatin ode, şevbêrk çêkirin. Gewenda xwestin ji bona ve, ji gund pere topbikin. Perek topkiri pê hendik hatin, kilamek awêtin ser gund. Goten me Altilar zer dizanî, lê bakir (sifir) derket.

Ode qet hate girtin?

Apê Êhsan: Nexêr, ode qet nehate girtin. Him di guna bavê min, him jî di guna min de, me mecalê tengasî jî ditîn, lê me dîsa jî ode tûcara negirt.Rehmetî dîya min, rojekê ji bave min lomê kirine. Xelk û alem gune xwe li dûnê walî dikşîne, ezê li vê dûne dikşîni me.Male îdare bike, li bax û bosten mêze bike, li tî û kurike tî mêze bike û li ode mêze bike. Bave min li dîya min vegerandîyê, a jî te re bêmê mezkirina ode ye.Yek jî te re bê”xwêde ji te razî be” ewa ji te re bimê.Bavê min di sala 1965 wefat kir, ji dûwa min berdewam kir.

Bîranîneka din bêm, ji Încove Hesen Çavuş, qaz ocaxî û makîne durûne çedikirin, mêvane bavê min e. Bi şev ramedîne mêvan hatine, bave min dibê rabe, rabe Hesen Çavuş. Xwedê ji me re şand, Hesen Çavuşê di bêje, me ji cihe germ radikî, hîng jî dibê jî xwedê tu şandî. Ji mêrê ku hatî,heynane hûndir, bavê min dipirse hûn birçîne û tîne? Mêvanan gotîne emê birçînî, vê çaxe çi heyê ji re anîne. Mêvana nane xwe xwarene ku herin rakevin gotine xwedê ji we razî be. Bavê min bi Hesen Çavuş re gotîye temem va besa me ye. De niha here rakeve.

Min jî di navbera sale 1959-60 îflas (topavêt) kir, tiştekî me nema, tenê mangeke me hebû, min disa jî ode negirt. Mêrîye me, bi dayîka min re gotin, Halimê rewşa we ne başe, çend salan odê bigrin. Dîya min got, wellehî ez a parse bikim, dîsa odê nagrin. Ew mange têra me û têra mêvana jî dikir, şikur jî xwedê re.

Xer ji mêvanan, kesî din jî dihatin ode?

Apê Êhsan: Berê, oda ji cemaatê gund heta dev tijî dibû. Te bîra min,yen ku dihatî ode, tenê ji Mistefa Ale û Raşe Mele Bekir, du rûspîyan re qahve çedikirin. Kesên din, nedigotin tişt û ne di gotin çima tenê ji wan re qahve çêdikin e. Bave min jiwan re jî, ji bexçe helbek tijê mewîj û tirî dikir wek şîranî dixwarin.

Dema ku me va sohbeta dikir, Gonco Elî Bozo ji li bame bu. Got: Miçkê Weqês mirovekî jêhatî û dest vekirî bu, baxçe xwe yê ji 15 donima heytina û dîtîna, je rizkê xwe,ên bira ye xwe û ên mêvanên je derdixist.Ji mal de nan bi xwe re tîna, hengiv derdixist dida me kurîkan.

Apê Êhsan bîranîneka din kat dike, bavê min bi 8-10 kesan ve li ser sifre rûdinin. Di vê dema de, mêvanek te, merik dest û pê xwe heta henîşke di bin xwîn û kula de ne. Mêvanên din li çaven hev mêze dikin, emê bi wî re xwarine bixin? Bave min xeberê dişîne, sifreka din ji du meran re hazir dikin.Bave min bi wî kesî di bin xwîn û kula re rûdine û xwarine dixwe.

Bi çaven memurekî tirk, kurden Haymana li ser gunde Altilerê.

Ji kîtaba tezek kokusu–II- Bîna kûşkûra

Li dawîyê ,berva Altilare hatim. Daketim odê Mistefa Weqês. Sifte bekçî hate ba min. Keta xizmeta me, di derbare kare ku em bikinî de me plan çekir, ji dûwa muhtar ji hate ba min. Bi wê re, em li nav gund geriyan. Cihe ku ez le mêvan bûm, xêrî ji min du kesên din jî hebun. Dikarim bejim, me şeveka rind derbas kir. Roja din, disa ji bo tendûristî çend hev dîtin bûn. Wext zêde derbas bû, me dikarî xwarinê nîvro bi rêhetî li vir bixwara, sêfre me di wextê xwe de hat. Lê, em dikin û nakin, nikarin dest bi xwarine bikin. Xwêdanê male Mistefa Axa, me bi sekinandi dide, dive ku yekî zike xwe birçî were. Bêtalîyê, kesî ku tê û tera jî tûnen.Mistefa Axa bi vê yekê tengezar bu, gazî bekçî kir, got here derva te kî dît heyna bîne. Ma xwarin li vîr bi sekine, zike min êdî qure û qure. Dîsa jî kesên ku tên û terin tûnin. Mistefa axa, di hûndire xwe de nerihete. Bekçî ku çû derva, yekî gund bi xwe re anî, me zike xwe têr kir. Ji ber ku li vê ode her roj mêvan hane, me ev jî ji dûwa hû kir.

Apê Êhsan: Me heta roja îro berdewam kir, hetanî dawî yê ûmre xwe jî emê berdewam bikin.

Ode,li nav kurdan xizmetekî civakî bu, ferd / şexis û xêrxwazan dikirin. Êndin xizmetên weng nayên dayîn.

Wek însane /nîştecihe Altilerê, me pir cara bihêst û dîtîye jî, wextêk dibêjin em ê je Altilerê nê. Dibêjin, em şevekê li odê Mistefê Weqes ramedin.

Çavkanî:

 

Oda Mala Miçkê Weqes

Gunde Altilare

Apê Êhsan

Gonco Alî Bozo

Beşek ji pirtûka Adem Gürdereye ku li Haymana memur bu.

 

Ahmed Gezer.