Pîrozbahî ji bo Leyla Gûven û hevalên wê!

 

Tekoşera kurd, hevseroka DTK, parlamentera Amedê û gurura kurdên Anatoliya Navîn Leyla Gûven, piştî berxwedana 200 rojan tecrît şikand, gîhîşt armanca xwe û li greva birçîbûnê dawî anî. Bi ve yekê re rê li ber şahdatên zêde, alozî û şerê gelan hatê girtin! Em wek PKAN, di serî de cangorîyên di ve rê de şehîd ketinî bi rêzdarî bi bîrtînin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Birêz Leyla Gûven û şopdarên wê ye ku li çaralîyên cîhanê ketinî nava vê tekoşîne silav û pîroz dikin!

Di jîyana civakî û tekoşîna azadîyê de serdemên dîrokî hene, di wan serdêman de mirov hene kurê li ber pêşketinên mezin vedikin û qedera gelan/civakan tayîn dikin. Leyla jî di ve serdêma tarîtî û zilmê de wek Mazlum Dogan bû ronahî û ala azadîyê! Bi çalakîya xwe fedaîyanê,rê li ber pêşketinên dîrokî vekir. Dêrîyên zilmê şikandin û nêzikî heft mehan hemî cîhan bi mesela kurd re rabû û rûnişt. Di cîhanê de nimûneyeka wek ve nîne û çalakîyeka di pirtûkên tekoşîna gelan de bi herfên zêrîn bêyî nivîsandine.

Bi serketina tekoşerên ku canê xwe kirinî holê re, niha hêvî mezin bûnê ku ji bo mesela kurd li Bakûr, Başûr û Rojava gavên aştîyanê bên avitin. Ew yeka him li Turkîyê, him li Rojhilata Navîn û hem jî li Cîhanê aramî û aşitiyê bi xwe re bîne. Bi vê yekê re hestirkên çavên dayikên kurd û tirkan û xwîna diherikîya rawestin.

Li ser vî esasî û bi hêvîya rojên aştiyanê em hemî tekoşerên beşdarî ve çalakîyê bûnî careka din silav û pîroz dikin! Hêvîdarin ku meşala wan vexistî rê beraşitî û biratîya gelan veke.

 

PLATFORMA KURDÊN ANATOLÎYA NAVÎN (PKAN)