Pirtûka nivîskar û lêkolînêre kurd Şoreş Reşî ye bi navê ”Dîroka Canbegan” derket! Pirtûk li Amedê û ji weşanên Payiz derket; di nava pirtûkê de gelek agahîyên nû, nexşê, wênê û belgê hene.
Nivîskarê pirtûkê bi xwe ji navênda Anatoliyê, pirtûkên heta niha derxistinî piranî lêkolîn û li ser dîrokê ne. Di nava van de dîroka Kurdên Koçber, Kurdên Xelxalê, êlên Sewêda û Sêvikanjî hene. Canbegan jî yek ji zenda mezina li navênda Anatoliyê ye.Ji Cîhanbeylî ye bigre heta Yunak, Polatli, Haymana ye belav bûnê û tenê li navênda Anatoliyê di nêzikî 60 gundan de dijîn.
Nivîskar li ser bergê pirtûkê dibêje: ”Canbegan, xwedî dîrokeka dûr û dirêj û tiji qehremanî ne. Wekî êlên dinê li Anatoliyê ji Xorasanê hatine Anatoliyê, dewleta Qeremanî (Karamanogûllari) damezirandine. Li hember Moxolên cîhan tirsandî, çokdanî, stûxwar kirî û Selçûqîyan bi mêranî şer kirine û ew têk birine. Piştî pêvajoyekî direj, dema Osmanîyan dewleta van ji holê rakirin ew parçê dibin. Îro beşek li Xorasan û Mazenderanê; beşek li Erzirûm, Semsûr, Çankirî, Yozgat, Sêwas, Çorum, Meletî, Ruha, Şamû Kobanê; beşek jî ji alî Osmanîyan ve li Reqqa, Hema û Humûsê tên bicîh kirin lê ew piştî salên 1715 dîsa vedigerin Cîhanbeylî, Yûnaq, Polatli, Çeltîkê. Îro ji li vir nîştecîhin.
Şoreş Reşî, ji bo ve lêkolînê li piranîya gundên Anatoliyê gerîyaye, çûyê Xorasan û Mazenderanê.Di pirtûkê de radigîhînê ku Canbegên Mazenderanê asîmîlê bûne! Mezinê wan hîna jî Kurmancî dizanin lê yên temenê wan di bin 70 salî re êdî Kurdî nizanin. Ji bo dewleta Îranê mêranîyên pir mezin nîşan danê, bi hezaran mirine lê îro dewlet dixwazê bi awayên cuda vî xizmetî bidê jibîrkirin…
Hema polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê li navênda Anatoliyê jî berdewamin û dewlet, ji bo ku mirovên li wir bide asîmîlê kirin ji Edenê, Dîlok, Bulgarîstan û cîhên din gelêk netewên din anînê li ser axa kurdan bicîh kiriyê û xwestiyê kemereka asîmîlasyonê li dora Canbegan bigerînê ku heta asteyekê jî biser ketîyê lewra gelê gund niha asîmîlê bûne….Hinek jî bervê helandinê terin.
Nivîskar li ser ve babetê, di pêşgotina pirtûkê de dibêje: ”Canbegan, yek ji zenda kurdan e ku girêdayî zimanê xwe yî esîl, çanda xwe ya dewlemend, kevneşopîya xwe ya dîrokî ye. Heta berî 20 salan jî ew çand bi serbilindî, mexrûr, esîlanê berdewam dikirin lê mixabin îro yên Mazenderanê helîyanê, yên din jî ber bi helandinê ve derin. Îro li Turkîyê gelêk Komeleyên Canbegan hatinê damezirandin, ew başê û gereg ew komelê bibin cîhê perwerda zimanê Kurdî û ji dewletê bixwazin ku derfetên ziman ji bo wan amadê bike…”
Di pirtûkê de li ser dîroka kurdan û zendan hûn dikarin gelêk agahîyên balkeş bibînin û je beşek ji dîroka xwe fêr bibin. Di heman demê de bibînin ku em çibûn, çi hatiyê serê me û kuva diçin…Pirtûkê dikarin ji weşana Payiz bidest bixin.
Hûn dikarin pirtûke ji vê linke peyda bikin.
https://www.pirtukakurdi.com/diroka-canbegan-tr