KOMÎSYONA ÇAND Û HÛNERÊ YA- PKAN
No: 004
Ji Gelê Me Re!
Stockholm; 09.04.2018
Di civîna Meclîsa PKAN ye 13.01.2018 an li Brûkselê pêk hatî de li ser gelek projayan biryar hatin girtin. Yek ji wan jî berhevkirina çîrokên me ne.
Wekî tê zanîn çanda kurdên koçber ya devkî, di nava ve de çîrok jî hene, gelek pêşketîyê. Lê vana heta niha ji alî me ve nehatinê qeyit kirin an nivîsandin. Ji bo we jî, ew wenda bûn/dibin, xelk û dewletên din xwedî lê derdikevin…
Em dixwazin ve çandê biparêzin! Wan a berhev bikin û di demekê nêzik de bikin pirtûk. Di demekê dirêj de jî dilê me dixwazê ku di CD an de bixwînin. Şoreş Reşî û Reben Celikî ji vî karî berpirsiyarin.
Em bang li gelê xwe dikin ku alîkarîya me bikin. Heger niha di destê we de çîrokên hazir hene ji me re bişînin yan jî dema hûn çûn îznê ji mezin û cîranên xwe kom bikin. Heger hûn bikaribin:
- Zimanê çîrokê gereg Kurdî bê.
- Çend wêneyên kesê çîrok gotî bikşînin.
- Kijan salê, kijan gundî û ji alî ke ve hatiyê gotin binivîsin.
- Îmkan hebin bikşînin vîdeo.
Berhemên ku li cem me kom bûnî ye di pirtûk û CD an de belav bibin. Ewê bi navî PKAN ê belav bibin lê navê kesê şandî, kesê gotî û navê gund je li her cîhî bê nivîsandin. Yanî kêda kesî nayê wenda kirin.
Em li benda alîkarîya w ene ku xwedî li çanda xwe derkevin.
Şoreş REŞÎ Reben Celikan
soresresi@hotmail.se celikan@msn.com