Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-Danimarka (PKAN-DK), roja yekşemê, 10 adarê 2019 an li bajarê Ishoj’ê, di Foreningshuset de kongra xwe ya dûyemîn pêkanî.
Kongre, ji alî hevseroka PKAN-DK Gûl Ozcan ve hate vekirin. Ji bo şehîden demokrasîye rêz hate girtin. Hevseroka PKAN-DK Gûl Ozcan piştî bixêr hatin li mêvanan da , mizgînek da beşdarvanan û got:“Şaredarîya Albertslunde PKAN-DK wek komeleyêka resmî qebul kir!”
Ji bo serokatîyadîvane: Dr. Zeynep Binici û ji bo rojêv girtinê jî Mesut Yûksel hatin hilbijartin. Seroka dîvane Dr. Zeynep Binici spasîya xwe ji bo endaman kir ku wan bawêrîya bi wê anîne û piştre derbasî rojevê bû.
Endamê rêvebiriya PKAN’ê Ahmet Gezer, bi kurtî behsa damezrandina PKAN’ê û sîstema vê kir. PKAN-DK, di hûndire salekê de, karen ku hatin kirin û nehatine kirin jî anîn ziman. Di berdewamiya axaftina xwe de got: di sala 2019 an de, bi alîkarîya sazî û gelê me, em dixwazin plansazîyêka baş derxin holê û wê derbasî jîyane bikin. PKAN-DK, dixwaze bibe alîkar ku mala Kurdan bê vekirin, di hûndire we de, cihek ji bo nimêje û cîhek ji bo çand û hûnera kurdên Anatoliya Navîn û mûzexaneyek bê vekirin. Ahmet Gezer wiha bi dawî anî, werin ji bo pêşaroja kurdên Anatoliya Navînê li Danimarka dijîn beşdarî kar û barê PKAN-DK bibin
Beşdarvanan ji bo daxwazen PKAN-DK eleqayek mezin nîşan dan, nêrin û rexnê xwe anîn ziman. Ji bo wan kar û xebatan Komîsyonek hate dest nîşan kirin.
Hevseroke PKAN’ê Meliha Dogan û Kadîr Çelîk bi daxûyanîke Kongre pîroz kirin. Hevseroke PKAN-DK Necatî Gezen bixêr hatin li mêvanan da û axaftinek kir.
Endamê PKAN-DK, Sûleyman Avci, aborîya PKAN-DK li ser power point e nîşan da û şîrove kir. Endamê PKAN-DK yên nû hatin hilbijartin.
Endamên destaya rêvebirên PKAN-DK NÛ ewin: Hevserok:Gûl Ozcan û Necatî Gezen. Berpirsîyare Aborîye Mesut Yûksel.
Dr. Zeynep Binici,Leyla Gûngor Bûtûn, Reben Celikan,Bilal Titrek, Veysel Şeker, Sûleyman Avci, Isa Bûtûn, Ahmet Gezer, Yusuf Sûtçû û Ramazan Çetin jî wek endamên din hatin hilbijartin û dawî li Kongre hat.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-DANIMARKA (PKAN-DK)