Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Almanya bi mijara ziman,çand û wejeyê Kurdên Anatoliya Navîn Semîner dan.
Semîner, di roja yekşem 15 cotmeh 2017 li bajarê Grevenbroich pêkhat. Kurdên Anatoliya Navîn her roj lekolînen xwe yê li ser çanda xwe kûrtir dikin da ku bigihêjin rastîye xwe Semîner û Panela çêdikin. Wek tê zanîn, Kurdên Anatoliya Navîn xerê jî Kovara Bîrnebûn û Vegerê ji bo ku birexistinbûyîna xwe hîng berferehtir bikin û pêşîye li ketlîma spî asîmîlasyonê bigrin PKAN-E berê duh sala hate avakirin.
Peşkeşvanê Semînere Melîha Dogan û Ali Fuat Gûrsel bûn. Axaftvanê Semînere, Profesor Kadri Yildirim, Parlementerê HDP bajarê Sêrt ê, ji Kovara Bîrnebûne Dr. Fikret Yildiz û ji Institutîya Kurdî ya bajarê Parîse Sedat Ulugay pêşkêşîyên xwe kirin.
Profesor Kadri Yildirim di pêşkeşîyê xwe de bal kişand ser dîroka Kurdên Anatoliya Navîn ku digihêja dema Selçûkiyan salên 1100. Selçûkîyan bi navê Xulam Artêşek avakirine ku Kurd jî di nav de bûne. Profesor Kadri Yildirim , di berdewamî pêşkeşîyê xwe qala Aşîreta Modan kir ku di salên 1184 de li Haymane bi cîh û war bûne kir. Li Beyşehir / Konya behsa hebûna gundekê bi navê Kurd ku ji dûwa nav gûherîne kirin gindê gûr. Di sedsalîya 16. De Kurdan ji welatê xwe bar kirine û li Anatoliye bi cîh bûne, dîsa de sedsalîya 18. De Kurdan ji Mûşe barê Kulu ye kirine.
Dr. Fikret Yildiz ji Kovara Bîrnebûne bi kurdîya deveko Kurdên Anatoliya Navîn pêşkeşîyê xwe peşkeş kir. Dr. Fikret Yildiz , pêşkeşîya xwe got Kurdên Anatoliya Navîn herê zêdetir 5- 7 bave xwe dikarin bemcêrin. Ev jî mûkabîla 200- 250 salî dike, di derbarê Kurdên Anatoliya Navîn de belgeya nivîskî tûne ne. Dibe ku tenê bi kevrê mezela paşve vegerî , li vir jî kevrekê mezela di sala 1783 nîşan dide. Xerê ji vê, di çavkanîye Osmanîyan de behsa Biçin (bac) ji Eşîren Kurdan hatîye xastin. Bac, Biçin, li hênek deverê Kurdên Anatoliya Navîn xwûşer jî dibên, devletê hatî xwûşer top kiriye. Gerroke Franseyê Georges Perrot ku li salên 1863 li Anatoliyê lekolin kiri, dibe çanda xwarinê û jîyana Kurdên Anatoliya Navîn ji yên heremê din çêtir e.
Sedat Ulugan, dema ku xwendevan bûye gavekê li bajarê Konya jîyan kiriye û li ser Kurdên Konya yê pirtûkek bi navê ‘’Di dîroke de Kurdên Konya’’ (Tarih içinde Konya Kürtleri) dema ku di gundan re derbas dibûm , parçek ji Gelê min li vêr jîyan dikin dihate bîra min . Sedat Ulugan, niha li Institute Kurdî Parîse perwerdeya angaştê (tez) xwe yê Doktorê dibîne.
Semîner bi pirs û bersiv, bi nêrîn û dîtine beşdarvane berdewam kir. Bi daxwaza pewistîye Semînere bi wê rengî dawî bû.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewrûpa (PKAN-E)