Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewropa PKAN-E li bajarê Ishojê civîna Gel çêkir.
Civîna PKAN-E li Salona Strangårdskolen , di seat: 13.00 destpêkir.
Civîn bi rêz girtine destpêkir û ji hêla Rêvebirên PKAN-E Sûleyman Avci , Reşit Bulduk û endam Elif Geyik ve hate birevêbir.
Di destpêka civîne de, Ahmet Gezer Rêvebire PKAN-E behsa fikra pevejoya PKAN-E çing hate avakirin kir. PKAN-E çi dixwaze bike ji mêvanan re hûr û kûr şîrove kir.
Ahmet Gezer Kurdên Anatoliya Navîn ji ber ku erdnîgariya ( cografya) ku li dijîn rewşên xwe yê resenî li ber çavan bê girtin û gor ve zanistî gav bên avêtin.
Serdal Benli , berendamê Parlementerê Partiya Sosyalist SF, û Cêgirê Seroke Şaredari Gladsaxe axaftina xwe li ser rexistinbûne kir, got ku Kurdên Anatoliya Navîn hewcedarî bi sazîka wek PKAN-E heyê. Serdal Benli got ku me sazîye xwe îro ava nekirin, sibe dibe ku dereng be. Benli wûha bi dawî anî, xort û keçên KAN li Ewropa ji pença tacira xelas kirin, bi xwêdî li sazîya derketine ve dibe.
Abdullah Deveci , Ebûqat û beremdamê Parlemnterê Partiya Çep Swede dengkirina xwe bi sûrgûn û ketlîma ku pê serê Kurdan û Gelê dine li Rojhêleta Navîn hatî kir. Abdullah Deveci, ji dûwa jî dengkirina xwe anî ser asimîlasyona ku îro Kurdên Anatoliya Navîn KAN pê re bi rû , bi rû mane kir. Abdullah Deveci li dawî got PKAN-E sazîyeka hing nû ye, em giştik li xwêdî derkevin.
Beşa, pirs, rexna û peşniyarê beşdarvana bi tevlibûna xwe civîn rengîn kirin.
Di civîne de 7 kesa ji bo kar û xebatên Meclîsa PKAN-E Danimarka navê xwe nivîsandin.