PKAN-E xwe dide naskirin û rexistinbûna xwe berfêreh dike.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn li Graz e Meclis avakir!

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewropa PKAN-E li bajarê Graz e him civîna Rêveberi pêkanî him jî bi Gel me re civîn amede kir.

Lijneya Rêveberiya Avusturya Semra Akçakoca ,di civîne de PKAN-E da nasandin. Sema PKAN-E çima hate avakirin û çi dixwazin bikin ji beşdaren re şîrove kir.

 Siyasetmedare Kurd Adem Uzun tevlî civîna Gel bu, Adem Uzun rewşa Kurdan ya bakur, başur, rojhêlat û rojava bi berfêrehî ji beşdaren re şîrove kir. Adem Uzun got, Kurd mecbûrin di rewşa Rojhêlate Navîne îro de role xwe bilîzin. Kurd Kongre Netewî bi her awahî ava bikin.  Adem Uzun bi giştî got, Tirkîye siyaseta xwe li ser inkar û îmhaye Kurdan dikin, Tirk nikarin bi vê siyasete Kurdan bi sekinandi bidin. Adem uzun got li Tirkîya siyaseta AKP tenê bi îtifaqa berfêrehî dikare bê sekinandin. Civîn di Komela Graze de pêk hat, Kurdên li Graz e aleqekî mezin nişan dan.

PKAN-E, li Graz e / Avusturya civîna Rêveberiya ku plan kiribûn çêkirin.PKAN-E , di civîna Rêveberiya xwe de rewşa siyasî ya giştî û yan li nav Kurdên Anatoliya Navîn de di ber çavan re derbas kirin. PKAN-E di civîna xwe ya Rêveberiyê de rêplanê da ber xwe, rêplanê di rojên pêşî me de were îlan kirin.

Li Graz e Mecliseka PKAN-E ji 8 kesa hate avakirin.

Wek PKAN-E spasîya xwe ji Komela Graz û ji Gelê me yê Kurdên Anatoliya Navîn dikin, mala we ava be.