21.01.2024
Roja yekşemê saet di 10:30an de, li bajarê Zaandam a Holandayê ji bo Kurdên Anatoliya Navîn taştê hat dayîn. Ev organîzasyon bi pêşengiya PKAN-Holanda hat amadekirin û dora 50-55 kes wek mêvan tevlî vê taştêyê bûn.
Di nav mêvanan de hevserokên PKANê yên ecer Gunay Kokulu û Alî Fuat Gursel, hevseroka PKANê ya berê Melîha Dogan û ji rêveberiya PKAN-Almanyayê Cengîz Bînyil jî hebûn.
Di bernameyê de hevserokên PKANê Gunay Kokulu û Alî Fuat Gursel mêvan silav kirin û piştre Alî Fuat Gursel di derbarê danasîn û mîsyona PKANê de axaftinek kir. Yek ji mijarên vê axaftinê jî; asîmîlasyona li ser Kurdên Anatoliya Navîn û micadeleya li hemberî vê asîmîlasyonê bû.
Mêvanên ku tevlî vê bernameyê bûyî cewabên baş nîşan dan û daxwaza berdewamiya bernameyên veng kirin.
Bername bi kilam û govendên herêmê û bi coşeke mezin bi dawî hat.