PKAN LI FESTÎVALÊN ÇANDA KURDÎ BÛ

PKAN li Frankfurt û li Goteborgê beşdarî Festîvala Çanda Kurdî bû û kon veda.

Kurdên Anatoliya Navîn bi pêşengîya PKAN’ê li herdu bajaran hat temsîl kirin û ji alîyê mêvanan ve rastî eleqeyeke mezin hat.

Rêveberên PKAN’ê li Îskandînavya beşdarî festîvala li Goteborgê bûn, yên li Almanya Hollanda û Swisre jî beşdarî festîvala li Frankfurtê bûn.

PKAN’ê di standên xwe de, projeyên ku heta niha qedandine da nasandin. Broşûr belav kirin, kitêba kurikan a bi navî ”Riviyê Boç Bi Zengil” û Romana bi navî  ”Ê Li Dera Hane” hat nasandin. Projeya kilamên kevnar ku ji hêla Hûnermendê Kurdên Anatoliya Navîn hatibûn xwendin û wek USB amede bûyî hat pêşkeş kirin.

Projeya Belgefilmê-Sînemayê û Belgefîlmê ji du beşan pêk tê, Lêger jî her wiha hat nasandin.

PKAN’ê , çand û hûnera Kurdên Anatoliya Navîn li herdu bajaran bi bernameyên dewlemend da nasandin.

PKAN’ê, ji bo kongreya xwe ya 5’emîn a 24’ê Îlon’ê li bajarê Basel’ê (Swissre) pêkbînê belavok belav kir û banga tevlîbûnê kir.