PKAN-SWISSRE li bajarê Basel’ê bi mijara Kurdên Anatoliya Navîn Dîroka Koçberîyê û Asîmîlasyone Konferansek lidarxistin.
Di 17 sibat 2019 an de PKAN-Swissre, bi mijara: ‘’Kurdên Anatoliya Navîn Dîroka Koçberiyê û Asîmîlasyon’’ konferansek li bajarê Basel’ê lidarxist. Konferans,ji hêla kurdên Anatoliya Navîn ve bi eleqekayeke mezin hate pêşwazî kirin.
Gelek beşdarvanan, Konferansa li ser kurdên Anatoliya Navîn pir bi fêda û agahdarî ditîn. Kêfxweşîya xwe PKAN’ê re parve kirin.
Konferansa PKAN-Swissre bi rêzgirtina ji bo şehiden azadî-demokrasîye û bi xêr hatina mêvanan, ji hêla hevseroke PKAN-Swissre Muzaffer Kûçûkyildiz ve hate destpê kirin.
PKAN-Swissre, ji bo Konferanse Hevseroke PKAN’ê Kadîr Çelik, Lêkolînvan û Nivîskar Şoreş Reş û Çalakvanê Sîyasî Abdullah Kaya wek axaftvan hatibûn vexwendin.
Encamên Konferansa PKAN-Swissre di pêşaroje de bên belav kirin.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)