MÊVANÊN QEDIRBILIND Û KURDÊN BIRÛMET!
BI NAVÎ PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN, PKANÊ, WE GIŞTIKA JI DIL SILAV DIKIM.
MALA WE AVA BE, KU WE EM DI ROJAKA WENG DÎROKÎ DE LI HEV CIVANDIN.
WEXTÊ KU PEYMANA LOZANÊ HATE ÎMZEKIRIN, MIXABIN KURD BÊ BASK, BÊ HÊZ Û BÊ RÊXISTIN BÛN.
JI BER VÊ DESTHELATDAR Û DAGIRKERAN LI GORÎ BERJEWANDIYÊN XWE KURDISTAN PARÇE KIRIN.
ÎRO DI 100 SALÎYA LOZANÊ DE Û LI ORTA LOZANÊ KURD WEK HER MILLETEKÎ DIN HEQÊ XWE YÊ REWA LI GORÎ RÊBAZÊN DEMOKRASÎYÊ DAXWAZ DIKIN.
EM KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN JÎ PARÇEK JI VAN KURDAN IN KU 500 SAL E JI WELATÊ XWE HATINE SÛRGÛN KIRIN.
KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN LI COGRAFYA ANATOLIYÊ, LI BAJARÊN AKSARAY KIRŞEHIR ENQERE Û KONYA DIJÎN. LI BAJARÊ WEK SÎNOP, TOKAT, KAYSERÎ, ÇORUM, YOZGAT Û AYDINÊ JÎ KURDÊN SIRGÛN DIJÎN.
LI ANATOLIYANAVÎN TEXMINÎ 2 MILYON KURD DIJÎN Û ASÎMÎSYONEKE DIJWAR LI SER WAN TÊ MEŞANDIN.
JI BO KU LI HEMBERÎ VÊ ASÎMÎLASYONÊ HELWESTEK BÊ NÎŞANDAN, SALA 2015’AN PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN PKAN AVA BÛ.
ASÎMÎLASYONA LI SER KAN TÊ MÊŞANDIN ENCAMA PEYMANA LOZAN’Ê YE.
YANÎ 2 MÎLYON KURDÊN ANATOLIYÊ NAVÎN JÎ WEK KURDÊN LI 4 PARÇYÊN KURDÎSTANÊ JI PEYMANA LOZANÊ ZERAR DÎTIN.
ZIMANÊ ME Û KULTURA ME HAT QEDEXE KIRIN!
WEK HEMÛ KURDAN STATÛYA ME, HETA NAVÊ ME JÎ TUNE BÛ!
SALÊN 70’YÎ SEROKWEZÎRÊ BERÊ BULENT ECEVÎT WIHA DIGOT: “PROBLEMA LI ROJHILATA ANADOLUYÊ, YANÎ BI GOTINA ECEVÎT ’DOĞU ANADOLU’YÊ, PROBLEMEKE EKONOMÎK E. EGER PROBLEMEKE NETEWEYÎ BÛYA, EYNÎ PROBLEM Ê LI KULU Û CÎHANBEYLÎYÊ JÎ HEBÛYA.”
EZ WEK NÛNERÊ KAN, DI 100 SALÎYA LOZAN’Ê DE DIBÊJÎM ECEVÎT Û DEWLETA TIRK DI NAV ŞAŞITÎYEKE MEZIN DE BÛ!
EM KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN DIBÊJIN MESELEYA ME JÎ MESELEYEKE NETEWÎ YE!
EM MAFÊN XWE YÊN LI LOZANÊ HATINE ÎNKAR KIRIN DIXWAZIN!
EM KAN POLÎTÎKAYA RET, ÎNKAR Û ÎMHAYÊ ÊDÎ QEBÛL NAKIN!
EM KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN LI SER RÊYA MURAT BOZLAK JI ME RA VEKIRÎ NE!
EM LI SER RÊYA JINA SEMBOL Û BERXWEDÊR LEYLA GÛVEN IN!
EM LI SER RÊYA CANFEDAYÊN XWE NE!
GUHDARÊN HÊJA,
DIXWAZIM BI VAN GOTINA DAWÎ BIKIM
PEYMANA LOZANÊ RÊ LI PARÇEKIRIN Û QIRKIIRINA KURDAN VEKIR.
EM JÎ JI ÎRO PÊ DE JI BO KU KURD BIBIN YEK LI BER XWE BIDIN!
EM KAN HETA DAXWAZ Û XEYALA MURAT BOZLAK PÊK BÎNIN EM Ê LI BER XWE BIDIN!
JI BO KU LOZANEKE DIN ÇÊ NEBE, LAZIM E CUMHURÎYETEKE DEMOKRATÎK BÊ AVA KIRIN.
JI BO AVA KIRINA CUMHURÎYETEKE DEMOKRATÎK ÇI JI DEST ME TÊ EM Ê BIKIN!
EM SOZA VÊ DIDIN Û BI NAVÎ PKAN’Ê WE CAREKA DIN SILAV DIKIN.