PKAN’Ê 5’EMÎN KONGREYA XWE LI DAR XIST.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN, roja yekşemê, 24’ê îlûna 2023’an,  li bajarê Siwîsre,  Basel’ê, Kongra xwe ya pêncemîn li dar xist.
Kongre, ji alî hevserokên PKAN’ê Meliha Dogan û Ahmet Gezer ve hate vekirin.
Ji bo şehîden demokrasîye rêz hate girtin. Herdu Hevserokên PKAN’ê bi kurtasî bi xêr hatin li mêvanan kirin û gotin, “ji 2015’an vir de, PKAN’ê gelek projeyên dîrokî pêk anîn. Projeya Belgefilmê-Sînemayê, Lêger temam kir, kilamên Kurdên Anatoliya Navîn ên ku heta niha nedihatin zanin tomar kirin û wek berhêmeke USB weşand.”
Li ser PKAN-JIN hevserokan gotin; “Jinên Kurdên Anatoliya Navîn xwe di bin bana PKAN’ê de  birêxistin kirin û hê jî  xebatên xwe yên PKAN-TV dimeşînin.”
Ji axaftina hevserokan şûnda dîvan hat hilbijartin û dîvanê rojeva hatî pêşnîyarkirî da dengdanê û rojev hat qebûl kirin û dû re
mêvan axivîn.
Axaftina yekemîn
Hevserokê MARDEF’ê Serhat Med kir û kongra PKAN’ê pîroz kir. Spasîya xwe ji Kurdên Anatoliya Navîn û PKAN’ê re pêşkeş kir û got “di dema zelzelê de PKAN’ê û Kurdên Anatoliya Navîn mil dan milê me û alîkariyeke mezin kirin. Em spasdar in ji bo vê”  Serhat Med axaftina xwe bi gotina, “em ji berê de wek platformên li dervayî welat bi hevre dixebitin û ji rêveberîyê nû re serkeftin dixwezim” bi dawî kir.
Dûre Parlamentera HDP berê
Selma Irmak axivî. Irmak  got ez ji Mêrdînê me lê li Konyayê mezin bûm, ji ber vê xwe wek ji Konya û ji Kurdên Anatoliya Navîn dibînim.” Selma Irmak, wiha berdewam kir, “em wek Kurd û HDP bi gelên li Tirkiyê û li Anadolê aşitîyêke mayînde dixwazin. Wek Kurdên Anatoliya Navîn bi teybatmendîyên xwe û wek xwe bijîn.”   Irmak jî axaftina xwe bi daxwaza “ji rêveberîyê nû re serkeftin dixwezim” bi dawî kir.
Berpirsîyara Ekolojîyê ya KCD-E’yê  Fatoş Goksungur di destpêkê de Nagihan Akarsel bir bîranî û got “Kurd tên sirgûn kirin û sirgûna sirgûnê dijîn. Dibê PKAN û Kurdên Anatoliya Navîn di bin bana PKAN’ê de xwe birêxistin bikin û PKAN jî gerek teybatmendî û hesasîyetên Kurdên Anatoliya Navîn derxe pêş û li ser wan xwe birêxistin bike.”
Serokê Meclîsa  Kantona Baselê Bûlent Pekerman ku bi xwe jî ji Kurdên Anatoliya Navîn e got, “ji bona vexwendinê spas dikim û we hemûyan silav dikim” Pekerman di berdewamîya axaftina xwe got, em li derva sîyasetê dimeşînin ji ber vê lazim e em li Ewrupa xwe pêşbixin. Li vir du xal pir girîngin; birêxistinbûn û perwerde. li Baselê hilbijartin heye û  pêwîst e em xwe li vir jî birêxistin bikin.”
Mustafa Atici bîranîna xwe vegot: “wek Komisyoneke parlementoya Swîsre,  me birêz Selma Irmak di Meclîse de zîyaret kiribû. Bi ditîna we ya li vir ez pir kêfxweş bûm. Wê demê îmkanên  Kurdan ewqas tunebûn.”  Atici got, “li diasporayê  pêwîst e giringî bidin  diplomasîyê; sazî û birêxistinbûna li vir jî pir girîng e.”
Hevserokê PKAN’ê Ahmet Gezer rapora giştîya 2 sala xwend dûra rapora malî hat xwendin.  Herdu rapor jî hatin qebul kirin.
Dûre du hevserok û 11 endamên rêveberiyê hatin hilbijartin.  Gunay Kokulu û Ali Fuat  Gursel wek hevserokên nû yên PKAN’ê hatin  hilbijartin. Ji hilbijartinan şûnda hevserok û rêveberiya nû derket ber delegeyan û li ser navê rêveberîya nû Ali Fuat Gursel axivî got: “Em ji bo baweriya we spas dikin û em dizanin me barekî çawa daye ser milê xwe. Em ê heta kongreya din, hewl bidin li gor rêziknameya xwe xebateke têr û tijî bimeşînin.” Axaftina Gursel şûnda kongre bi dawî bù.