PKAN-DK, civîneke Gel a têr û tijî li payîtexta Danîmark Kopenhagên ê amede kir.
Civîna PKAN-DK , di roja 26 kanûn 2017 de, di aktivitetshuset li bajarê Ishøje pêkhat.
Civîna Gel , di seat 17:00, bi beşdarbûna 60 kesê dest pêkir.
Civîn, ji hêla Rêveberîya Komela PKAN-DK ve bi rêk û pêk hate peşkeş kirin.
RÊVEBERRÎYA PKAN
Civîn bi yek dakîka rêz girtine dest pêkir û ji dest pêkê hetanî dawîye bi berhamdarî derbas bû.
Hevserokê Komela PKAN- DK Necati Gezen, behsa avakirina Komela PKAN-DK kir. Necati Gezen wiha berdewam kir: wek Komela me rêznama xwe gor qanûnên Şaredarî Albertslund e amede kir. PKAN-DK bi avakî fermî ji bo Komela bi avakî fermî were qebulkirin serî li Şaredariya Albertslun da. Rêveberîyê Komela ji 9 kesa pêktên.
Endamê Meclîsa PKAN Ahmet Gezer, axaftina xwe li ser Rêxistinbûn û wek rêxistin PKANê, kar û xebata heta roja îro kir. Ahmet Gezer, pirsgirêkên Kurdên Anatoliya Navîn ku li Danîmarka dijîn yen civakî, çandî û entegrasyonê şîrove kirin.
Hevserokê PKAN Kadir Çelîk, axaftina xwê li ser dîroka Kurdên Anatolîya Navîn û asîmîlasyone bû. Kadir Çelîk, dîroka Kurdên Anatoliya Navîn û asîmîlasyona ku li ser Kurdan tên meşandin bi avakî rêk û pêk pêşkeşî beşdaran kir. Kadir Çelîk, axaftina xwe anî ser cîhê jine ya di civake de. ji bo PKAN bibe rêxistineka Gel, bi awayekê di her qadê PKAN de jin cîhê xwe bigre.
CIVÎNA PKAN-DK Û DENGÊ GEL
PKAN- DK, zêdetir mafê axaftine da beşdaran, da ku fikir û pêşniyare Gel bibîhêze. 10 kes ji bo axaftine dawetî kûrsîye kirin. 15 kesa jî, di cîhê xwe de nêrînên xwe yen di derbarî PKAN û Kurdên Anatoliya Navîn pêşniyar kirin.
Di civîna PKAN-DK de standa pirtûka:
Kadir Çelîk , pirtûka helbesta payîza pelweşan
Necati Gezen, pirtûka otobiyografî, var olma tutkum
Muzaffer Özgür, pırtûka roman sîyarên deşta anatolîye.
Civîna PKAN-DK, klameka Şare Kurdên Anatoliya Navîn Hozan Figen bi dawî bû.