PKANê “Şahiya Kurdên Anatoliya Navîn” li dar xist.

PKAN-Almanya
28.01.2024

Li bajarê Bergisch Gladbach a Almanyayê bi pêşengiya PKAN-Almanya “Şahiya Kurdên Anatoliya Navîn” hat lidarxistin.

Şahî, saet di 13:30an de dest pê kir û ji Kurdên Anatolyaya Navîn û dostên wan dora 500 kesî wek mêvan tevlî vê şênahiyê bûn.

Di şahiyê de, li ser navê PKANê hevserokên PKANê Gunay Kokulu û Ali Fuat Gursel, ji mêvanan nivîskar Mehmet Bayrak û parlementera berê ya HDPyê Besîme Koncayê axaftin kirin.

Xebatên PKAN-Almanyayê bi sînevîzyonekê hatin nîşandan.

Ji Anatolyaya Navîn gelek akademîsyen, hunermend û nivîskar bi berhemên xwe tevlî vê şahiyê bûn.

Mamoste Maruf di derbarê girîngîya hilbijartina dersên kurdî yên Almanyayê de agahî dan mêvanan.

Hijmara civan û kurikên ku tevlî vê şahiyê bûyî rengê xwe li coşa şahiyê jî da û şahî ji destpêkê heta dawiyê pir bi coş dewam kir.

Mêvanan bi kilamên stranbêjên herêmê; Tulay Koç, Ergîn Xelikan, Kerîm Taşkiran û Alî Çam govend gerandin.

Di şahiyê de seba kurikan kargeha lîstikê hat vekirin. Kurikan hemsalên xwe naskirin û piştî perwerdeyeke du saetan bi koreografiya govendê derketin ser sehneyê.

Şahî piştî pênc saetan bi dawî bû. Kesên ku tevlî vê şahiyê bûyî berdewamiya şahiyên veng xwestin