QÊRÎNA XEYALÊN PÛÇ
bextewariya min
mîna avhewaya demsalan e
carna
diqefilim û dicirifim
germ û dişewitim
nerm û hişk dibim
sar û dicemidim
carna
şîrîn û tehl dibim
ciwan û kal dibim
bi hêrs û sakîn dibim
dilteng û bêhnfireh dibim
carna
wek stêrkên asîmana sayî
diçirisim
wek fenera bêfîtîl û perpitî
vedimirim
di hestên pûç de têm guvaştin
ez
wek talaz û qûma çolistaneke
ziwa me
ji xumexuma kaniya zelal
rondikên çavên melûl
diherikin
nava dilê xeşîm
bi guregura reşewrên xeman
dagirtî ye
ken û girîn
li ser rûyê temenê mesûm
qurifîn
jiyana min ya keserkêş
mîna qelşa erdê bejî ye
xewn û xeyalên sitewr bûyî
di ber cankêşiyê de
qîreqîr in
ez bûm
leyîstokê pelên şaxa darê
yê li ber toza bagerê
berbabûyî
min bi destê xwe fermana
kuştina xwe da
sêdara îdamê bi stûyê xwe ve
daliqand
ji parzûna birînên kewnegirtî
xwîna reş dipale
kefenê spî termê bêguneh
qebûl nekir
her roj
li hingura êvarên xilmaş bûyî
pişta hêviyên xûzbûyî
mizdidim
her şev
tîrêjên stêrkan diherikin
nav deryaya helbestên
hesretkêş
ez ne rastiya xwe me
qalibê siya tesadufan im
hebûna min
di giyanê gerdûna nepenî de
veşartî ye
li berbangên ronak
bi awirên şil li dor keskesora aso
diçerixim
eşq, aramî û azadiyê
li ser çîmenên qefesa yara nazenîn
diçêrînim
ez îsyankarê qedera eniya xwe
yê şîngirêdayî me
Xizan Şîlan
2024-02-26
Stockholm