RÊHEVALÊN HÊJA!


Li Konyayê ku 500 sal in Kurd lê bicih bûne, malbateke ji 7 kesî li mala xwe hatin qetilkirin û piştî komkujiyê jî mala wan hat şewitandin.
Kurd û kurdên li Konyayê bicihbûyî mecbûr in gotina “dewletê” ya biratiyê bidin ber lêpirsînê. Ji ber ku dema behsa mîllîyeta Kurdan tê îfade kirin, peyva ‘biratî’ jî tê îfade kirin.
Rêhevalên Hêja!
Her weha, di dîroka komara tirk de, navê kurdan hertimî bi gotina komkujiyê re hatîya ser ziman. Giregirên dewletê, ku gotina “birayên me yên kurd” ji devê xwe nedixistin, di fermandayîna qetlîama kurdan de tucar dudil nebûn
Rêhevalên Hêja!
Em vê rastiyê, ji Ihsan Sabri Çağlayangilê ku ji bo îdamkirina Seyit Rıza ket nav hewldaneke mezin û bi serbilindiyek mezin behsa vê kir, dizanin
Em vê rastiyê ji 33 Guleyan dizanin.
Em vê rastiyê ji Komkujiya Zîlanê dizanin.
Rêhevalên Hêja!
Êdî em naxwazin ku navê “kurd” bi komkujiyê re bê ziman
Rêhevalên Hêja!
Sedema van hemû qatlîman, daxwaza Kurdan a axaftina bi zimanê xwe ye.
bi zimanê xwe gotina stranên xwe ye.
Çima berdelêla vê ewqas giran e?
Ji ber ku li Tirkiyeyê rejîmeke faşîst a ku ji demokrasî, wîjdan û exlaqê para xwe negirtiye heye.
Ji ber ku dewleteke tekparêz a ku gava peyva “Kurd” bihîst hemû melekeyên xwe yên aqlî wenda dike heye.
Lê êdî pêwîst e Kurd bi hêsanî neyên qetil kirin
Em, ji bo ku komkujiyên nû bên rawestandin, her Kurdî, veduxwînin li kolanan berteka xwe nîşan bide.
Bê guman, em ne tenê Kurdan, lê her kesê ku dibêje ez însan im, her kesê ku dibêje ew demokrat im, dawet dikin ku berteka xwe li qadan nîşan bide.
Divê em vê mutlaq bikin. Ji ber ku garantîya tu kesî a ku rojekê di komkujiya dewletê de neyê kuştin tune ye.
Rêhevalên Hêja!
Em weke PKAN, komkujiyê şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku berteka xwe nîşan bidin.
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN