ez
rêwiyê rêya şevistanên esmer im
li ser heft parzemînan
bi gavên qerimî dimeşîm
min
çavên xwe li dinyaya fanî
digerand
li Afrika xwîn diherikî
li Asya jan dibarî
li Ewropa
hesp rakiribûn çargavan
li Amerika jehr dipijiqî
li Awistralya
ketibûn xewa tiraliyê
di tûrikên milên min de
nameyên aştiyê
yek nameya şevçira berxwedanê
yek nameya serbestiya ramanê
yek nameya ala rizgariyê
yek nameya agirê hêviyê
yek nameya bêhna kulîlkên biharê
yek nameya pêlên bayê rûmetê
û yek nameya
xemla mizgîniya serxwebûnê
min
sînor ji holê radikirin
tovên aramî û bextewariyê
li ser qefesa ekvatorê
direşand
bafiroka xoşewîstiyê
li asîmanê sayî difirand
dîwarê reştariyê diqelişand
êşa birîna dayikên kezebşewitî
bi tîrêjên stêrka berbangê
dikewand
zencîra bindestiyê diqetand
hevîrê demên rezîl
bi ramûsanên keçên bedew
distirihand
keziyên jiyanê
bi bêhna qurnefîlan
dihûnand
ava dostaniyê li baxê hezkirinê
diherikand
jiyaneke xweş û wekhevî
li mirovan dibexişand
wîçewîça çûkan
strana eşqa dilê evîndaran
dilorand
û min
di dilşabûna rojên xwe de
meya kêfxweşiyê
dinoşt
li dor hestên baweriyê
semaha serxweşiyê
min digerand
Xizan Șîlan
2019-04-19
Stockholm