Wekî ku bêyî texmîn kirin rewşa nivîskarên kurd e li Awrûpa xerabê, rewşa yên li welat ji wan jî xeraptire! Çap kirina pirtûkan, belav kirin, firotin û xwendina wan her yek bi serê xwe derdekê û serêşên mezin ji bo nivîskaran.
Heta roja îro nivîskarekî kurd î ku debara xwe bi firotina berhemên xwe dikî min nebihîstîyê. Piraniya wan ji bo nanê rojanê karêkî din dikin û di dema xwe wala de jî dinivîsînin. Ji bo me nivîskaran nivîsandin merhela herî hêsane. Îşkencê piştî nivîsandine destpê dike!
Ji bo çapa pirtûkan, piraniya çapxaneyan peran dixwazin. Gereg nivîskar ji qirika zarokên xwe bike û berhema xwe çap bike. Piştre belav kirin tê, gereg ew bide ser milê xwe şahî bi şahî bigere û hewil bide ku bifroşê… Xwendina wan jî bi serê xwe pirsgirekekê. Em pirtûkan didin ser milê xwe diçin festîvalan an şahîyên Newrozêye ku bi hezaran mirov beşdar dibî lê ya yekê difroşin ya jî qet nafroşin. Pir caran ştandên me nezikî yên xwarinê dibin. Em dibînin ku xelk ji bo kebabê bikire bi saatan di dorê de disekine û em jî li hember wê keseran dikşînin.
Rojeka hevalekî nas hat mala me ku ji min re lambeyeka elektrîkê çêke. Got:
”Ji min re tiştekî an dereceyekê bîne ez helkişim ser” lê min tiştek peyda nekir. Wî qertonên min di garaj de danî serhev nîşan dan û pirsî:
”Vana çine?” min got:
”Pirtûkên min in!”
”Ooo malê malê, tu dinivîsî û di vir de didî serhev, ha?”
”Ere!”
”Were ez helkişin ser wan!”
Ew dîyalog jî rewşa me bi zelalî tînê ber çavan. Heta roja îro jî sîstemekî kurda yî ji bo belav kirina pirtûkan çênebûye û pirtûkên tênî çap kirin di kîleran de kufikî dibin. Dema pirtûk belav nebû û nehatê xwendin, motîvasyon û heyecana nivîskar kêm dibe. Dema nehate xwendin û rexnê kirin jî qelîta nivîsandine dikeve xare an ne asta ku bi nivîskarên cîhanê re reqabet bikin.
Ji bo wê, ez herdêm mînaka dû cûhîyan didim. Dû hevalê yahûdî ye hebûne, yek ji wan kor bûye. Rojekê yê ne kor diçê mala yê kor. Mezêdikê ku hevalê wî li ser masa xwe gelek rojnema danê serhev. Dipirsê:
”Bibaxşînê, ez ê pirsekê bikim.” Yê kor dibêje:
”Kerem bike”
”Spas, çavê min li rojnamê li ser mezê te danî serhev ketin, bi qasî ez dizanim tu nikarî bixwînî lê çima ser masê tiji rojnemê ye?” Ye kor:
”Erê, rastê ku ez korim û nikarim wan bixwînim lê îmkanên min e kirînê hene! Heger ez jî nekirim ew rojnamê nikarê bijî û yên dixwînin jî jê îstîfade nakin!”
”Rastê, mala te ava!”
Va dîtin û hizra hîn di nava me kurdan de bipêş neketîye lê di demên dawî de hêvîyên min hinekî zedê bûn. Ji ber nexwandine pir caran ez difikirîm ku dev ji nivîsandinê berdim lê çend bûyêrên dawî ronahîyêk da ser dilê min û hêvîyên min zindê kirin. Bûyera yekê, hemşehrîye me Murat Ateş li Luxemburg dijî û yek ji Norveçê namê şandin û sparîşa pirtûkên min dan. Ve yekê ez pir kefxweş kirim. Ya din jî hevalêkî bi navê Ehmedê Omerî heye. Ji min re telefon kir û got:
”Ez dixwazim pirtûkên te bikirim!” me li cîhekî hevidû dît, kahweyek bihev re vexwar, hinekî rewşa me nirxand û min pirtûk pêşkeş kirin. Wî têxmîn dikir û yek an dû pirtûkin. Lê dema duwanzdeh pirtûk li ser mezê dîtin heyirî û pirsî: ”Vana gîştik pirtûkên te ne?” min got:
”Ere” Bi baldarî û şaşmayî li wan mezêkir; piştre got:
”Em çend salin li keleka hevin lê haya me ji pirtûkên te nîne!” Yek ji pirtûkan kire destê xwe û got: ”Ji ve ji min re 50 hebî bîne û ez li heval û cîranên xwe belav bikim!” Min je re bir, belav kir û perê min dan. Her çiqes ferdî bê jî va yeka mirov kefxweş dike û kelecena nivîsandine zedê dike. Spasîya wan hevalan dikim ku heyecana min ê nivîsandine zindê kirin.
Ez, nivîskaran wek kesên rûh û çanda civake ye bi hezar salan diparzinî û xweşikiya wê li nivşê nû belav dikî dibînim; ewê ziman û çanda te bi nifşê nû bide naskirin û hezkirin; li ser çanda qedîm yê nûjenîyê, xweşîyê û hêvîyê biafirinîn. Ji bo mîletên din jî pençereyeka netewîne. Nivîskarê çanda te bi netewên din bide nasandin. Bi qûrtî, ew e wek guleka ku kok bi axê de berdidî û xweşikîyê li derdorê xwe belav dikîne.
Ji bo wê, bang dikim ku li nivîskarên xwe xwêdî derkevin!
Şoreş REŞÎ
2018.06.10