RÊYA DIRÊJ / Xizan Şîlan

0
88 views

Tîrêjên roja berbangê di awirên min de diçirûsîn, dinya li min ronî dibû. Bayê serê sibehê rûyê min nermik nermik mizdida.

Li ser rêya dirêj û bêveger, bi gavên giran hêdî hêdî diçûm. Gêrikan li dû hev lez û bez dabûn xwe. Min gavên xwe bi baldarî diavêtin û nedixwast gêrik di bin gavên min de bimînin û bimirin.

Lê xelasbûna wan tunebû, hinek di bin lingên min de dihatin pelixandin. Ez dibûm kujerê gêrikên mesûm û hestên tawanbariyê giyanê min dagirtibû.

Dengê pîpika keştiya li nav pêlên deryaya har asê mayî di guhên min de dikir zingezing.

Xişexişa pelên daristanên dirinde nava dilê min diqetand.

Wîçewîça çûkên li ser daran wek nalîn û hawara dayikên şehîdan bû.

Rêya dirêj, hezkirin û xweşbînî li pişta xwe siwar dikir, şewqa çira hesret û bêrîkirinê vêdixist û agirê dilê evîndaran lê geş dikir.

Rêya dirêj, kirasê ramanên heqîqetê li mêjiyên kor dipêça. Ala azadî û serkeftinê li asta zinarên bilind li ba dikir. 

Rêya dirêj, çirûskên dilovanî û wijdaniyê pêşkeşî cîhana derewîn dikir. Tovên hêvî û baweriyê li hişkebeyaran direşand.

Govenda bûk û zavayan li meydana şahiyê digerand. Stranên egîd û mêrxasan li ser çiyan dilorand.

Rêya dirêj, bêhna kulîlkên bihara rengîn li derdora çaxên genî belav dikir. Êşa birîna laşên sedsalan dikewand û jiyana bi rûmet li mirovahiyê dibexşand. Dergehên aramî û kêfxweşiyê li ber mezlûman vedikir.

Rêya dirêj, ber bi rizgariya rengê keskesora asoya welatê min ve diçû.

Ez li ser rêya dirêj û bêveger, bêwestan û bêrawestan dimeşîm.

Xizan Șîlan

2020-10-20

Stockholm

0 0 vote
Article Rating
Subscribe
Bildir
guest
0 Yorum
Inline Feedbacks
View all comments