Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê Pîroz be!

Di 21ê Sibata 1952an de talebeyên Bengalî li paytexta Bangladeşê Dakkayê (wê

demê Bangladeş eyaleteke Pakîstanê bû) ji bo zimanê Bengalî bibe zimanê resmî û zimanê perwerdehiyê mîtîngek çê kirin. Di wê mîtîngê de asayîşa Pakîstanê pênc talebe kuştin.

Di sala 2000an de UNESCOyê ji bo bîranîna wan kuştiyan, roja 21ê Sibatê wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê îlan kir.

Îro sal 2024 e… lê di 15ê Sibatê de, li Stanbolê lîstika şanoya kurdî ya bi navê ‘Qral û Travîs’ bi çend saetan beriya pêşkêşiyê ji aliyê Qeymeqamtiya Şîşlîyê ya Stenbolê ve bê hincet hat qedexekirin.

Mixabin li Tirkiyê desthilatdarîyeke hoveber (ilkel) heye. Em hêvî dikin tu kurd, tu însan teslîmî vê hoveberiyê nebin.

Li pêş me hilbijartinek heye û em hêvî dikin miletê me cevaba vê hoveberiyê di hilbijartinan de bide.

Hûn, yên ku ji zimanan giştikan hez dikin, yên ku ji bo zimanê dayikê mucadele dikin, tevî hemû neyîniyan Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li we gîştikan pîroz be!

Uluslararası Anadil Günü kutlu olsun!

21 Şubat 1952’de Bengalli öğrenciler Bangladeş’in başkenti Dakka’da (o zaman Bangladeş, Pakistan’ın bir eyaletiydi), Bengalce’nin resmi dil ve eğitim dili olması için bir miting düzenledi. Pakistan güvenlik güçleri beş öğrenciyi öldürdü. 2000 yılında UNESCO, öldürülen bu beş kişinin anısına, 21 Şubat’ı Dünya Anadil Günü ilan etti.

Bugün yıl 2024… Ancak 15 Şubat’ta İstanbul’da ‘Kral ile Travis’ adlı Kürtçe tiyatro oyunu, gösterime birkaç saat kala İstanbul Şişli Kaymakamlığı tarafından gerekçesiz olarak yasaklandı. Ne yazık ki  Türkiye ’ de ilkel bir iktidar var, hiçbir Kürdün, hiçbir insanın bu ilkelliğe boyun eğmeyeceğini umut ediyoruz.Önümüzde bir seçim var ve milletimizin bu ilkelliğin cevabını seçimde vereceğini umuyoruz.

Siz tüm dilleri sevenler, ana dili için mücadele edenler, tüm olumsuzluklara rağmen hepinizin Dünya Anadil Gününüz kutlu olsun!

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN