Roja zimanê zikmakî ya Cîhanê ( Dünya ana dilleri günü)

Zimanê dayikê, mîna şîrê dayikê pak û şîrîn û helal e.

Li zimane xwe û nasname xwe xwedî derkevin.

21 Sibatê roja zimanê zîkmakî ya Cîhanê ye

Wek Kurden Anatolya Navîn, zimane me yê zikmakî (anadil) Kurdî, li Anadolê û li Ewrûpa di kîjan qonexê de ye û îro em li zimanê zikmakî çiqas bi xwedî derdikevin?

Li ser ve mijara pir mûhîm û girîng e çend gotin bên vegotin.

Tê de şik û guman nîne ku asîmîlasyon, rêlibergirtina ziman û astengkirina pêşveçûna nasnameyan rengekî qirkirina gelan e.

Li herêma me, li welatê me jî ev sîyaset ji bo bi cîhkirina siyaseta îmha û înkarkirinê her dem bi kar hatiye.

Bi rêya asîmîlasyonê ne tenê ziman lê di heman demê de mêjî û têgeha gelê me jî hatiye tarûmarkirin.

Peşveçûna teknolojîk, cîh û ware ku em li jîyan dikin, dez û dezgehê devlete îro hemî weke rêç û rêbazên asîmîlasyonê li hember zarokên kurd bi kar tên.

Desthilatdar baş dizanin ku ziman hate tunekirin, gel û netew jî tune dibin. Lewra gelê îro di van şert û mercên giran de pêwîst e li xwe. Li zimanê xwe, li hemî nirxên xwe yî cîvakî û neteweyî xwe xwedî derkeve.

Em wek PKAN,  vê rojê li hemû kesên ku zimanê dayikê wekî şîrê diya xwe pak û helal dibînin pîroz dikin.

Ji dê û bavan daxwaza me ewe ku bi zarokên xwe re, bi kurdî biaxifin da ku nasname û zanyariya zarokan ji bo pêşerojê serkeftî be.

Her kî bi zimane xwe bipeyve ( deng bike ), çand û kultur a xwe jî diparêze. Pê re beranber nasname û şehsîyet jî çêdibin.

Ger were zanîn ku dê û bav di warê fêrkirina zimên de mamosteyên herî sereke ne !!

Ji bo jiyaneke bi rumet pêwîst e em li xwe û bi vî hawî jî li hemî dewlemendiya xwe ya çandî û cîvakî xwedî derkevin

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN (PKAN)