Serhildana Xanê Kelmişî
Pêşîyên me digotin: “Heger hûn nebin yek e we bixwin yek bi yek!” Ew bûyera ku hûn bixwînin jî dişibînê wê gotina pêşîyan. Ew bûyerêka qehremanîya bi tenê û hatiyê jibîr kirin e. Kurdên ji welatê xwe qetîyanî gelêk caran serhildan kirinê lê jihev cuda, dûr, qetîyayî û bêyekîtî bûne. Ji bo wê jî ji alî dijmin ve yek û yek hatinê pelçiqandin. Serhildana Xanê Kelmişî ji yek ji wana ye.
Kurdên di serdema Osmanîyan de, li Bakûrê Kurdistanê ku di salên 1590 an de li dora Meletî, Semsûr û Dêrsîmê dijînî rastî zextên dû împeretoriyên mezinên herêmê hatin. Gor peymana Stenbolê ya di navbera van her dû hêzan de di sala 1590 an de pêk hatî, ew rastî koçberîya bi dare zorê hatin. Gor wê peymanê, kurdên bûnî serêşa herdû hêzan gereg bihatana ajotinê Weramîn (Tehran a îro û taxa Azerbeycan)! Lê armanca Şahê felbaz cuda bû. Li destpêkê digot: “Ez ê we li Weramîn bicîh bikim.” Lê piştî du salan zor da wan kurdana ku herin Xorasanê. Xorasan wê demê di bin êrîşên turkmen, qazak û afganan de bû û Şah dixwest van kurdana wek mertalên tîxûbên Îranê bikarbînê û kir jî… Kurdan gelêk bedelên mezin dan û ew ax ji turkmen û hêzên din pakij kirin û bicîh bûn. Lê hinek ji wan yekser bicîh nebûn, koçber jîyan û bi hêvîya vegera welat bê erd li navbera man.
Ji êla Milan malbata Kelmişî bê erd, bê çarê dimînê û dixwazê nîştecîh bibe. Di sala 1846 an de ew di dawiya hewildanên xwe de 50 km li rojhilatê bajarê Sebziwarê û di navbera vî bajarî û Nîşabûrê de, ji tirkên Sultanabat ê gundê Sûzen Dêh dikirin û bicîh dibin. Gundekî di navbera çiya û zozanan de ye. Li derûdora Sultanabad û bakûrê Sebziwarê ji xwe re gundên din jî avadikin û lê rûdinin.
Ew heta sala 1946 an di nava aşitî û aramîyê de jîyan. Lê dema şerê cîhanêyî dûyêmîn derket, vî şerê bandoreka neyenî li hemi cîhanê kir û di nava xelkê herêmê de jî feqirî, hêjarî û belangazî zêdê bû. Gelên cîhanê li gelêk cîhan nanê xwarinê jî nabînin…Gor van zor û zahmetîyan jî pergala zilimkar û axayên herêmî wê yekê nizanin û hîn zêde dixwazin li ser milên xelkê xwe bidin jîyan kirin. Jandarma heroj êrîşên gundan dikin, dest davên keç û jinên xelkê, mal û heyîya wan didizin û dixwazin parîyê di devê xelkê de jî derxin.. Lê wan a hesabê kurdên ku zilim û bindestîye nedipêjirandî nekiribûn. Bi ser bûyereka dest avitina jinan malbata Kelmişî dû memûrên (esker) dewletê dikûjin û bi ser ve yekê de li dij dewletê serî hildidin û derbasî tekoşîna çiyan dibin. Di nava xelkê li Xorasanê de ew wek “Serhildana Xanê Kelmişî” tê binav kirin. Nivîskar Mehmûd Dewlet Abadî ew buyer kirê navaroka romana xwe ya bi navê “Kilîder” li cîhanê bi vî navî jî deng da û ew kirê malê hemi mirovahîyê.
Serhildan di sala 1945 an de bi pêşengîya malbata Kelmîş (1- Elîcan, 2-Gul Muhemmed, 3-Beg Muhemmed, 4- Xan Muhemmed û apê wan Muhemmed Xan) û 10 – 15 kesên dinê ji êlên curbicur ku tevlî wan bibûn destpê dike. Serhildan li dora çiyayê Kilîder û zozana Topera (Tîrê û Ewlad) bi pêş dikevê û heta bihara sala 1948 berdewam kir. Lê wê biharê bi destê xayîn û dostekî wan, Şah bi leşkereka mezin wan a di cîhekî xirab de digre û dorpeç dike. Gulmuhammed bi hevalên xwe re dibêje: ”Hûn herin!” û bi zorê wan a ji xwe bidûr dexê. Ew, birayên wî û apê wî Muhammed bi jin û zarokên xwe ve di nava çemberê de bi dijmin re heta dawî şer dikin. Evarê birayê wan î biçûk Xan Muhammed di tarîtîya şevê de direvê û terê Iraqê. Gulmihemmed û birayê wî heta gulên xwe dawî şer dikin û şehîd dikevin.
Birayê wanê ku revîyayî Iraqê piştî şeş-heft mehan vedigerê, hevalên xwe yê berê kom dike û berê xayînê bi dewletê re hevkarî kirî dikûjin. Piştre bi dewletê re heta sala 1955 an şer dike û di wan şeran de gelêk eskerên Îranê dikûjin. Di sala 1955 an de bavê Xan terê cem Şah û fermana wî ya azadîyê heldigre.
Dîya Gulmuhemmed Gulîstan a dil şevitî terê çiya û zozanan û li kûrên xwe digerê û wiha distirê:
Kilîdarêi elêlo Xancano, bi dar gûzê
Gullan tê da elêlo Xancano, wîze wîzê
Xatirê te elêlo Xancano, pir ezîzê
Lo Xanê Kelmîşî, elêlo Xancano, fikra me bikşî (Ji bo me plan an karekî bike)
Fikir nekşînî elêlo Xancano, tên ser me qûşînii-esker (Heta siwe pîşîn-nîvro elêlo Xancano, te ser me qûşîn)
Ez dayika te elêlo Xancano, Gulistan im
Li nav çiyan elêlo Xancano, sergizdan imiii
Te nabînim elêlo Xancano, dil bi jan im
Lo xanê Kelmîşî, elêlo Xancano, fikra me bikşî
Fikr nekşînî elêlo Xancano, tê ser me qûşîn (Heta sibe pîşîn elêlo Xancano, te ser me qûşîn)
Hespê reşê, elêlo Xancano, hîre hîre
Li dest dişmen elêlo Xancano, ew hesîr e
Derdê wî elêlo Xancano nawê ji bîre
Lo xanê Kelmîşî, elêlo Xancano, fikra me bikşî
Fikr nekşînî elêlo Xancano, tê ser me qûşîn ( Heta siwe pîşîn elêlo Xancano, te ser me qûşîn)
Ew stran û çarikên dinê wenda bûnî li ser zimanê xelkê belav dibin û di her ciwakê de tên gotin. Xelkê jî ji wan qehremanê xwe rê hinek sêbendî lihev anîn û bi wî awayî sitran zêdê bûn û ketin nava dilê xelkê:
Ez têrek im, baliv tunîne
Min tu ap û xal tunîne
Min bira û mal tunîne
Emnîye hat hezar hezar
Bilûç hatin qetar qetar
Pir namerd in, merdum azar
Bê xwedî ma hespê reşe
Xwîn digirî canya beşe
Le nav bînan nema refşe
Xang û daykê te bimirin
Nikarin xwînê te hilgirin
Bira guliyê xwe bibirrin
Rawê hespê reş tu zîn ke
Çol û çîyan bira pîn bike
We nav malê duşmen şîn ke
Je derdê te xemgîn im
Meytêv weyninvi ta biwînim
Qesasê wê ez bistînim
Sîyaran je ku bînim
Tufangê te ez hilînim
Je wan xwînê te bistînim
Konan têxinîm, ez ar dekim
Je vî yûrda ez bardekim
Ez vî derdî hîç halvii nakim
Hespê te çer bêxedî bû
Gullê le te ket, karî bû
Meyta te yê serdarî bû
Hespê te şêhe dekşînê
Çav li rêyan degerînê
Nîşan je te ew nawînê
Hespê reşê hîre hîre
We dest duşmen ew hêsîr e
Va derda nawê ji bîre
Şoreş REŞÎ
2016.01.01
Stockholm