SALVEGERA KOÇKIRINA HAMÎDÊ KAYA!

Hevseroka HDP Qonya ye berê Hamîde Kaya du sal bere ji nava me veqetî.

Hamidê Kaya, wek felsefa HDP xwedî fikir û ramanên mirovhez bû. Bawerîya wê bi biratîya gelan, bi jîyaneka hevpar û wekhevîye hebû. Xwedî bîr û bawerîya doza xwe bû.

Birêz Hamîdê Kaya, rewşa Turkîye ji çûyînê te bişûnda hin zêde xerawtirbû.Felsefa HDP ku PKAN’ê jî je îlham girtibû êdî li welatê Turkîye ji alîyê AKP û MHP ve ji hole hate rakirin.

Wek rêveberîya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), me di pêşengîya Hamide Kaya de, bi HDP re, ji bo çend plan û projeyan bi hevre kar kir. Kaya, di kar û xebatê xwe de bi bîr û bawer bû. Bi hevalên ve re kar dikî re dilgerm û rûken bû.

Wek endam û rêvebiriya PKAN, di salvegera roja koçkirina Hamidê Kaya de wê bi hûrmetbi bîrtînin. Xêmginîya xwe bi malbat, dost, rêheval û hezkiriyên wî re parve dikin û soz didin ku ji bo xeyalên wê em ê heta dawî kar bikin.

Esîn Akgûl Gûneş li ser şîna Hemîde goti bû

Li ser banî li ser banî

Tev miçiqîn hura kanî

Min mirina te qebûl nekir

Ji ber ku tuyê hîna pir canî

Hura çi roka nexweşe

Hevalê ramedî şarê serê reşe

Pire bi aqile tiji heşe

Sawê azadiyê xwe tima serkêşe

Rêvebiriya

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)