“SANATÇΔ Û HUNERMEND / Rûjhat Esîman

0
1.131 views

“SANATÇΔ Û HUNERMEND

Avatar

 

Le zwani Kurdî yê Şêxbizinî “Sanatçî” wişeyî bîyanî û kapîtalîstîk e. “Hunermend” îj wişeyî xomal, xozayî û nasik e.

Xelkel ke nêxwînin, nêtanin zindegîyê nûjene wişûpînin, le serdemê xo dimînin. Eye îj, düamagîyi gewre dikerî.

We firêtî le ey sedsale, nosyonê “kapîtalîzm” sengîtîyê xo firê dîdar xistige. Le qatgeli vercîgîn hemi kapîtalîzm we çekel ew diwaye, we zûrî gîştkuşîgel diwaye, birrîndar kirdingel diwaye.. Îsangeli düna gî diwînayinê. .

Arî, welê îga çekê gewregîni gî û kuşere çastin?

Rûjname, televîzyon, telefon, înternet…

Binvîr û hûşi xelkel eçe kem  kem diyaye dizîn û firêtin. Le hemi düna maf û vîri îsangel ke hate dizîn û binpakirdin, gîştkuşîyî gewre le ver derige dimînî. Qet nêwû, eyane gî hatin dîyin ke bî sûcî xelkel le bini say mirdinîyeyan ma.

Le cîhanê ferazîye, gumankirdini îsangel diyayine kuştin. Çûnkî “huner” we guman û pirs ew dibeleşî. Pekî, herra “huner” yekegîn we qelem, firçe, deng ew na, we “guman” û “pirs” ew dibeleşî? Yanê, “huner” herra realîstîk e?

Sebebê eye îj, huneri realîstîk, le cîgeli têrik, düamagî, nezanî erdikefî. Ey erkeftin we aramî na, we zehmetî, zûrîtî diwû. Ê ke dixwazî wiwû “hunermend” hewce ye ke naw zûrîtî û neheqîye ceng wikerî we qelem, mûzîk û gumangel ew. Çûnkî hunermendî “rastîwîn” e. Hunermendî, çewê sîyegîn, göyê sîyegîn û xirnatikê sîyegîne dixwazî. Hunermendî, netirstîye dixwazî. Biryardarî û nüadîyinî dixwazî.

 

Sanatçî” û “Hunermend” diwû ke le ferhengel çûnde hammane diyayin dîyarkirdin, eçe ye. Welê le zindegîyê rastîye eçe nîye. Le naw ey herdu wişe we hezargel kîlometre hestin.

Sanatçî” gûranîvani “bazarxwaz” e, “hunermend” kedkari hunere ye..

Sanatçî” westeyî xo nêkerî, weste yan vitinê gûranîgeli din bî pirsîn we kar diyarî û diwîşî eye yê min e.

Hunermend” çûnde felsefey û gumani xo we dil ew weste û vitingeli xo diyarî zwane. Eke gûranîgeli yekeli din we kar wiyarî îj nawi westekargel dinüsî.

Sanatçî” ra kemasîgeli zwane verê nêkefî, resenîye nêparezî, we zwanî xirremirr û asîmîle gûranîgel diçirrî.

Hunermend” gûranîye we zwanê xo pêk û zûlal dinüsî û diçirrî. Çûnde felsefey xo, zwane le zindegîye îj rind we kar diyarî.

Sanatçî” nezan e, we pirsyarî û xwendine hez nêkerî. Zanîgel û nosyongel lanî hunere çe hestin yan nehestin, çe raste yan nerast e, nêzanî.

Hunermend” xawindi rî, dîyin û gumanîk e. Zanisti dişûpînî, diçû wêşangeh, könegeh û operaye. Lanî rîbazgel ditanî şîrûwey xo wikerî.

Sanatçî” xomalxwaz e. Xoşî we gerdûnîwûne nîyaye. Nêtanî çinand û zindewarîyi xo le der şan widî û wilawê wikerî.

Hunermend” xomalîye çûnde “dar” diwînî. Diwîşî regê dare le xakê xo diwû welê werg û rişigeli dare rinditîyi gerdûnî ye.

 

Yanê, le ey cîhane, kapîtalîzm maney “hunermendî”ye dixî we dêgel manegel. Firê we firê maney “hunermend, sanatçî, artist..” erdikefî. Çûnkî pergali kapîtalîzm hunere we kar diyarî. Çûnde ke zaniste, ramyarîye we kar hawirdiwî, îca îj dixwazin hunere we kar wiyarin û zindegîyê xelkel xir wikerin.

Çûnde Kurdgeli Şêxbizin îj, nawi hunermendî yekeli ke we xoyan diwîşin hunermendê gewregîni gî yîn ew diyaye cîgîkirdin û xirêkirdin.

Eke regdarîyê qöle îj wiyarîn ver çew, zwani Kurdî xawindi mûzîki zengîn û taybet e. Ey zengînî qati ke baştir hate hûşwêhatin, ewqat bûlindwûn zû ha wû. We taybetî, îme ke Kurd în, firê hewce hestin ke xawindarîyi huner û dîrîne wikerîn. Çûnkî zemînîgareman firê köne û zengîn e. Astengê gewregînimani gî ewe ye ke, nêxwînîn. Eke wixwînîn hûşê ha wikerîn ke îme xawindi tiştgeli firê girîng în. Ra eye, lazim e ke ra zarûgelimane wîşîn wixwînin, lêkelîn û guman wikerin…

 

“Sanatçî qaset çikarmîş dikerî, Hunermend zindegîye digûherî…”

 

0 0 vote
Article Rating
Subscribe
Bildir
guest
0 Yorum
Inline Feedbacks
View all comments