Dema em li gundê Celebê diçûn dibistana yekemîn , di komê me 27 kes hebûn. Di komê de 12 lawik û 15 keçik bûn.
Dem, dema qizretên-1 heşin bû; dema biratî,hevaltî û dilsozî… Em bi hevalên komê, keçik û lawik , gîştik mîna malbatekê bûn.
Jîyan, li dibistanê Celebê pir xweş bû.
Di komê me de sê hevalên ji derve hatî hebûn. Ew her sê hevalên me jî lawik bûn û her sê jî xizmê (merive) hev bûn.
Ew jî mîna me Kurd bûn feqet têkilîya me bi wan ve ne baş bû. Di navberê me de hevaltî tûne bû. Ew jî mîna me Kurd bûn, Kurmancî dizanîn û eslî wan ji bajarê Meletî , navçayê Hekîmhanê bû feqet dîsa jî me xwe ji wan cûda û ji wana mezintir qebûl dikir.
Ew Kurd bûn feqet me bi wan ra digot ”Macir”2 û me ew teva xwe nedikirin. Çend hevalên me, bi wan ra deng dikirin , ên din jî henekên xwe pê dikirin û digotin “hevalên macira”.
Li dawîaya hefteyê, em carna li Gomê Zeydo, carna li (Mêrgê) Çayirî Malê Nebî û carna jî li hewlî mektebê bi futbol dilîstin. Tîmê me (taqimê me), 7-8 kes dibûn , lê timê wanan 3 kes bûn û yekî jî wan birayê xwe biçuk kiribû golparêz /qalevan. Lîstikên me jî bê edelet bûn!
Dem wisa derbas dibû… Ew sê hevalên me, li hemberî me bi hêrsbûyî û tengezar dibûn. Bi wê aqilê kurikbûyinî jî dixwaztin şer derbixin û dest bi lêxistinê me bikin.
Carna jî yek hevalên me, li ba hevalên me macir ji nav xwe derxistî va nîqaş dikirin , carna jî pir nîqaşên mezin nedibûn lê dîsa jî şer çêdibû.
Dema ku havelên me ji me dûrdiketin hinge wana yek bi yek li me di xistin.
Ev lêxistin di salekê de çar-pênc caran dihat dubarekirin.
Dema ev pevçûnan (hinganan) destpê dikirin, me tenê mêze dikir.
Li hevalê me dixistin ,hevalê me lêdan dixwarin feqet me tenê li mêze dikir.
Havînê nêzîk bû, dibistanê êndi werine girtin. Rojekê ez hatim dibistanê, min mêzekir 7-8 hevalên me bûne yek , ewana li hevalê macir dixistin. Ez jî tevlê bûm û min jî li wan ên macira xist. Paşê min ji hevalekî pirs kir. Sebebê pevçûne çi bû ? Me çima li wan xist ?
Hevalê min jî got:
Mielîm got ku mektebê di hefteyekê de biqede. Pir li hevalên we xistin, hûn hemû jî bibin yek û li wan bixin.
Ev bîranîna min, bi min mîna rewşa Kurd û Kurdistanê hat.
Ev sê pirs ku me bersîv kirin hinge pêşerojên me û Kurdistanê hîn ronî be.
Ew hevalên me , mîna me Kurd bûn ; çima me ew Kurd nedihesibandin û tewe xwe nedikirin ?
Dema li hevalê me macir dixistin me çima bidawestandê neda anjî mûdaxale nekir?
Bi gotinên Meilîm me çima li hevalê xwe macir xist?
Em Kurdên Anatoliya Navîn 400-500 salin ji Kurdistane hatinê, kî 100 sale, kî jî 50 û 20 salin hatine. Lê êndi me hûkir ku em giştikê Kurdên.
1- Qizretên heşin: şîn(unîforma dibistana şîn)
2-Macir: Kesên ji cihekê bara cihekê din dikin re dibên.
Bilal Celeplii : 14-05-2024