ŞÎNA ÎZZET PEHLÎWAN / Bilal Celeplii

ŞÎNA ÎZZET PEHLÎWAN

Gundê Soko (İshakuşağı) gundekî ji eşîra Canbegê û girêdayî navça Çeltîkê (Qonya) ye. Navê gund ji axê gund ava kirî, ji Soko tê. Gundê Soko, bi Gundên Xofê (Hatırlı ), Qişle (Beşışıklı) û bi Simikan ( Sarikaya ) va li Qonyê gundên herî kevn in.

Herdê Gundê Soko bi av û bi bereket e. Dema berê xelkê xwe cotkarî û rençberî dikir û gund di nav heyîyê da bû. Xizanî li gund pir tune bû.

Li salên 1950 û 1952 hikûmeta Tirkîyeyê bi qanûneka ecer a bi navê ‘reforma erdê‘ li gundîyan erd belav kir. Va qanûna li gundên me jî derbas dibû feqet bi rêyeke din derbaz bû. Armanca dewletê cûda bû û dîsa li ser Kurdan lîstikên xwe hebûn.

Dewletê ji derva Tirk anîn ku pirên xwe ji Afyon, İslahîye, Antelye û ji Adene bûn, li gundên mîna Gundê Soko, Serî Golê, Yaylê Elî Begê, Yaylê Hemî Girê û Qişleyê bi cih kirin û herdê bi av û bereket da wan. Mezinên gundan îtîraz kirin feqet tu çarê jî nedîn.

Dewletê bi vê xapandin û xayînatîyê du armancên xwe hebûn:

Yek Kurd û Tirk li hev biqelivin û asîmîle bibin;

Didu Kurd di nav heyî û di nav erdê bi av û bereket de xîzan bin.

Wextê Tirk hatin gundên me, dewletê hilbijartinên muxtariyê bêtal kirin û mohrên muxtarîyê ji dest muxtarên Kurmanc girtin û dan mamosteyên gundên Tirk.

Ji Yayla Elî Begê Osmanê Şûrik ji bo vê mijarê diwê ku “Dewletê li me heqeret kir! Erdên rind yên mîna tarlê kepirê ji dest me girtin dane Tirkan. Erdên bi kevir jî dan e me.”

Aramîya Gundê Soko jî xirab bûbû. Û gund li çarekî digerî.

Li Gundê Soko pehlîwanek hebû; ji wî ra digotin Îzzet Pehlîwan, hîn tu kesî pişta wî neanîbû herdê. Pehlîwanekî pir bi navûdeng bû; navê xwe yî esil jî Îzzetê Misto bû.

Îzzet Pehlîwan ji bo gulaşê pir caran hatibû Kutuga, Sûlûklû û Încovê û gundên din ê cîran û tu caran kesî pişta wî neanîbû herdê.

Îzzet Pehlîwan yanî Îzzatê Misto gotibû ”ez ne herd ne jî kevirekî gund nadim kesî û ez ê Tirkan ji gund derxim”

Îzzet rokê li nav gund bi tenê li deh, panzdeh Tirka dixe û dibêje ”heta hefteyekî ji gund derkevin!”

Heftek derbas diwe feqet Tirkên pişta xwe dayî dewletê ji gund dernakevin.

Heftekî şûnda Îzzet sawa Tirka ji gund derxe tere ber mala wan. Feqet Tirkên ji dewletê quwet heynayî xayînatî dikin. Gîştik geştî bûn hev û di pencerê re bi dawançê li Îzzet Pehlîwan xistin. Îzzet bi vî xiyanetiyê û vêbextî canê xwe ji dest da.

Dê ya wî Boda Hamo li ser ew kilam siraye:

 

Kulêk hat li zikî Bodê

Te Gundê Soko da ye tayê

Va Tirkana çi barbar in

Ne dipeqin ne dimirin

 

Rawe ser xwe, rawe ser xwe!

Lawo, pehlîwano, rawe ser xwe!

Ez ê herim dest ningê doxtira,

Bêm vê qurşinê derxe,

Ew î pehlîwan e

Axê sar nade ser xwe!