Siwariyên Sersor” Derket!/Şoreş Reşî

Nivîskar û lêkolînêr Şoreş REŞÎ di van rojana de bi romaneka lêkolînî ya dîrokî ve derket pêşberî xwandevanan û navê pirtûka wî jî ”Siwarîyên Sersor” e. Pirtûk ji alî weşanxana J&J ve li Amed ê hatiyê çapkirin, bi Kurmancî ye û 200 rûpelin.

Dema mirov pirtûkê dike dest xwe, nav û siwarîyên li ser bergê wê bala mirov dikşînin, me ew ji nivîskar pirsî, `Wata siwariyên sersor çiyê?` û ew bersîv girt: ”Yek; kurdên koçber ji dewleta Şadî (951) bigre heta serdêma osmanîyan ya navîn, dema diçûnê şer rûyê xwe bi rengê sor areng dikirine; ji bo ku dema birîndar bûn derûnîya hevalên wan xirav nebê û dujmin bi ve yekê kefxweş nebin û ceseret negrin. Ya din jî; di alî olî-dînî de ye. Ji bo ku bawerîya wan qizilbaşî-elewî bû serê xwe bi kûm û qûmaşên sor dipêçan ku ew dîyar bin! Dewlet an mîrnîşîna kurdên koçber ya herî dawî jî Dulqadirî (Sorqadirî) bûn û ew roman jî qala serdêma wan dike.”

Dema mirov romanê dixwînê, dibînê ku ew ne tenê reşênivîsêka evîn, şer, ceng û serdêma bere tînê ziman e; ew lêkolîneka cîdî, rûpelekî ji dîroka kurda ye wenda bûyî, rastiya dîroka me, sedêmên hilweşîna dewletê, belavbûna kurdan ya bervê Tebrîz, Xexal, Gîlan, Xorasanê ye; bersîveka ji înkar û asîmîlasyonê re û di heman demê de findeka rêya pêşêrojê nîşan didî ye…

Berhem, bi zimanekî herîkbar, edebî û bi kelecaneka zêdê zêde dîroka dewleta Sorqadiran, êl-eşîret û zendên dewlet damezirandî, noqokîyên di navbera wan de, sedêmên hilweşandina dewletê û di nava ve dîrokê de evîneka negeheştî armanca xwe verdibêje. Ji serdêma 1480 an bigre heta hilweşînê dewletê ya di sala 1522 an û serhildana li dij osmanîyan ya di sala 1578 an de digre dest. Di nava wê dîrokê û tekoşînê de, çîroka evîneka negiheştî seri ya keça mîrêmîra yî serokê dewleta Sorqadiran Alê Şahsûwar, Gulbanû ya ku ji bo koka mala bavê wê venda nebê kevirêk dînayî ser dilê xwe yî tiji evîn û bi pismamê xwe re zewicî heye…

Ji bo kesên dixwazin dîroka xwe rastî fêr bibin romaneka têr û tiji yê û tavsîyê dikin ku bixwînin.

 

2022.08.07