Şoreş Reşî, di malpara mê PKAN’ê de binivsîne

Silav!

Ji vir û bi şûnda, ez e di malpara mê PKAN ê de car caran binivîsim û bi vî awayî emê di nava gûftûgoyekê de bin. Ez ê nivîsên xwe piranî bi kurdî binivîsim. Dibê ku carna jî bi tirkî bin. Ez ji heval, dost û hemşehrîyên me hêvî û daxwaz dikim ku ji me re binivîsin, rexne bikin û ditinên xwe ragîhinin ku karê me bi tam û tik bibe.

Ez ji navê xwe yî tirkî heznakim û ji ber ve ez ê bi navê xwe yî kurdî, yê ku têyî nasîn Şoreş Reşî binivîsim.

Ez, li gundê Bildûx yê giredayî CÎhanbeylî hatim cîhanê. Ji êl a Sêvika ya giredayî Reşîya me. Heta 10 salîya xwe li gund jîyam. Piştre li Qonya lîse teva kir û çûm Enqerê. Li wir Ûnîversîta Gazî, beşa tekîlîyên navnetewî teva kir; kar nedan min û piştre jî hatim Swêd.

Li Swêd, piranî lêkolînên li ser dîrokê 12 pirtûk amadê kirin, ji van 10 çap bûn û belav bûn. Yek niha li Stenbolê di çapê de ye. Yek jî hîn çap nebûyê. Çend salan wek nûnerê Azadîya Welat li Skandînavya rojnemegerî kir. Di kovarên mîna Avaşîn, Veger, Folklora Kurdî û gelek rojnamayên rojane de bi dehan makalên min hatin belav kirin.

Gelek salan di rêvebiriya Înstîtîya Kurdî li Stockholmê de cîh girt û hîna jî aktîv tê de kar dikim. Dîsa ji destpêka damêzirandina (1999) Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) de wek endam û rêvebir cîh girt û hîna jî ew yeka berdewame.

Di nava sîyaseta Swêd de jî çalakim. Bûn 12 sal ku di beledîya Skarholmenê ya Stockholmê de û şaxê wê ye Sosyalê de encûmenim. Salekê di meclîsa Wezareta Kar de encûmenî kir. Di Meclîsa Wîlayetê ya Stockholm û şaxê wê yên mîna: Meclîsa Tendûrîstîya Gel û Meclîsa Kultûrê de hîna jî kar dikim. Di hilbijartinên îsal de, ji Partîya Moderat, berendamê Parlementoyê û yê Meclîsa Wîlayetê me.

Di wê bîr û bawerîyê de me ku em ê jihev gelek tiştan hû bikin wexteka xweş derbas bikin. Heta careka din bimînin di xweşîyê de.

 

Şoreş REŞÎ

2018.04.10