Şoreş Reşî, pirtûka xwe yê dêhemîn li ser Eşîra (êla) Sewêdan / sewêdo/ sewêdiya. Pirtûk lêkolînekê ku dîroka êla Sewêdan derdexê holê.
Heja gotine ye, Sewêdî li nav Kurdên Anatolien Navîn li bajarê Aksaray û Konya yê dijîn.
Şoreş Reşî li ser pirtûka xwe yê dêhemîn wiha dibêja : Ez kefxweşim ku rûpelekî din î dîroka kurd hatê ser kaxizê û qet nebê di wî beşî de bingehek hate avitin. Hêvîdarim ew a ji dîrokzan û lêkolînêrên dema pêş re bibe alîkar ku dîroka kurd bi gîştî û hûrî derkevê holê. Di nav de gelek wêne û xarîtên bi ve êlê re eleqeder hene.
Pirtûk ji hêla weşanxanê Ar ve hate çap kirin û pirtûk ji 200 rûpelan e.
Berhemên Şoreş Reşî ku heta niha hatine çap kirin :
- Palme, PKK ve Gladio (lêkolîn-tirkî)
- Ji Anatoliya Navîn Serpêhatîyên Dîrokî (lêkolîn)
- Dîroka Kurdên Koçber – I (lêkolîn)
- Dîroka Kurdên Koçber–II (lêkolîn)
- Hawar (Roman)
- Yaranî (Pêkenok)
- Dîroka Êla Sêvikan (lêkolîn)
- Stran û Awazên Ji Anatoliya Navîn (lêkolîn)
- Heco (Lêkolîn Roman)
- Dîroka Êla Sewêdan (lêkolîn)