ez
li nav qelebalixa kolanan
zarokekî sêwî me
di bin lampeyên xemgîn de
stûxwar digerim
bermayiyên xwarinên xelkê
berhev dikim
quncikên tenha
di keservedanên min de
nalenal in
bi rondikên êş û kederê
rûyê xwe dişom
her saet pelek ji dara temen
diweşe
her şev
stêrkek melûl ji awirên min
dişemite
her roj
bişirînên min
şîrqaman ji jiyana gemar
dixwin
ji min re dibêjin diz
lê qeşmerên demê
şadî û bextewarî ji min dizîn
min
germiya xewa şêrîn ya hembêza dayikê
ji bîr kir
hezkirinê konê xwe rakir
agirê nefretê nava dilê min
dişewtîne
kuçeyên bajêr di nava min de
qîreqîr in
şevistanên bêdeng sar û serxweş in
li ber sir û seqema dîwarên şilftazî
dicemidim
hêviyên mesûm
li ber bayê serê sibehê
dilerizin
peşkên baranê dilop dilop
di kefa destê xwe de
dicivînim
û tîna xwe pê dişkênim
wek herkesî xeyalên min jî hene
hîs dikim, diramim, diponijim
digirîm û dikenim
kesek hawara giyanê reben
nabihîze
lêvên min yên ziwa
germiya şîr ji bîr kirin
ez ne bi tenê me
em
şagirtên dibistana kolanên
jankêş in
di bin piran de bi siya xeman re
radikevim
û her sibeh bi tirsê vediniciqim
werin cendekê min
bi baskên çûka şevedermayî
binixumînin
bila kesek jî li ser mirina min
ya bêwext negirî
ez
li van kolanên perîşan
ne zarokê ewil
ne jî yê dawî me
Xizan Șîlan
2019-03-24
Stockholm