Zimanê dayikê, mîna şîrê dayikê pak û şîrîn e.

21 Sibatê roja zimane zikmakî ya Cihane ye, UNESCO  ve roja ji bo zimane ku di bin xeterede ne, ben paraztin îlan kir. Ji sala 2000 pê de 21 Sibate wek roja zimane zikmakî tê pîroz kirin.

Bi hatire vê roje li pir derê Dinya ye semîner, civîn, panel û gotûbej ten çekirin.

Çima 21ê sibatê û ne rojekê din?

Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, bengladeşîyan 21ê sibatê pêşnîyar kirin.

Di 21ê sibatê 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdu bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.

Di 21ê sibatê 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşîyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.

Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCo yê ev roj pejirand.

Wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewropa PKAN-E , zimane me yê zikmakî (anadil) Kurdî, li Anatoliya Navîn di kîjan merhale daye û çiqes zimane zikmakî îro bi kar te?

Li ser ve mijara pir mûhîm û girîn çend gotin.

Kurden Anatolî Navîn hetanî 50 sala di ber vê, zimanê xwe di pareztin.

Lê, îro em nikarinî xwe bi Kurdî bînên zimen.

Qedexe kirina zimanê Kurdî ji alî devleta ve.

Zimane serdest û hekîm

Danûsandina bi zimanê Tirkî

Qedandina jîyana gunda, ji orte rakirna rençberî û maldarî.

Hatina bajara, xwendewanî û perwerdeyî bi zimane Tirkî.

Dest helatdarî û darê zore devletê, çav tirsandin.

Ji xwe û ji zimane xwe fedî kirin, û bi çuk diyîna zimane xwe.

Peşta çûyîna teknolojî, cihe û are ku em li jîyan dikin, dez û dezgehê devlete.

Bê tevgerî, bê rexistin. Tevgerê ku heyî jî, ji heremê dur. Tesîra xwe li ser heremê tûnen e.

Ziman nasname yê çêdike.

Nasname mirov hebuneka bi rûmete û ew rûmet di zimen de ye.

Em jî vê rojê li hemû kesên ku zimanê dayikê wekî şîrê diya xwe pak û helal dibînin pîroz dikin.

Zimanê dayikê, mîna şîrê dayikê pak û şîrîn e.

Li zimane xwe û nasname xwe xwûdî derkevin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewropa PKAN-E